Gelê me yê Botanê bi berxwedêrî û sekna xwe ya ku li dijî zilmê serî natewîne, xeta welatparêziyê temsîl dike.
Ji roja damezrandina Partiya me PKK’ê heya îro bi hezaran zarokên xwe yên bi wêrek tevlî têkoşîna me kir. Hevrêyê me Şiyar li Cizîra Botan a ku nirxên xwe yên azadiyê parast û ruhê serhildanê her tim lê zindî ye, hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û ji derdora wî ya nêz tevlî PKK’ê bûne, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me di temenekî zû de li hemberî gerîla bibe xwedî sempatî. Ji ber ku di salên zarokatiyê de bû şahidê zilma dewletê û ji ber zextên li ser gelê me, li hemberî dagirkeran bû xwedî hêrs. Hevrêyê me bi çand û nirxên xwe mezin bû, dema çû dibistanên sîstemê li hemberî polîtîkayên asîmîlekirinê yên dewletê bû xwedî sekneke bi rûmet. Ji ber ku zimanê xwe yê dayikê bi rehetî nediaxivî, di hevrêyê me de fikar û pirs çêbûn. Hevrêyê me 8 salan çû dibistana dewletê, hem ji ber hêrsa li dijî sîstemê hem jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike dibistana dewletê terikand. Hevrêyê me tevî temenê xwe yê ciwan tevkarî li debara malbata xwe kir, bi kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me rastiya dijmîn hîn bêhtir derxist zanebûnê, her çendî ku xwestibe di berxwedana destanî ya bi pêşengiya gerîla de cih bigire, ji ber ku temenî wî biçûk bû neçar ma vê biryara xwe taloq bike. Di demeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde de, hevrêyê me ji bo tevlîbûnê lêgerînên xwe zêde kirin. Pir ji vê yekê bandor bû ku milîtanên fedayî yên Apoyî di berdêla canê xwe de gelê me diparêzin, ferq kir ku yekane cihê ku ji lêgerînên wî re bibe bersiv refên têkoşînê ye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê û piştevanên wê li dijî milîtanên fedayî yên Apoyî têkçûneke dîrokî jiyan kir, hevrêyê me ji vê yekê hêzeke mezin wergirt, biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê da û berê xwe da warê pîroz ê gerîla.
Hevrêyê me di sala 2014’an de li Botanê tevlî nava refên gerîla bû, tecrubeyên xwe yên destpêkê yên li ser jiyana gerîla li vê qadê bi dest xist. Piştî demekê li Botanê ma, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me yê di nava jiyana gerîla de bi xwestekek mezin beşdarî perwerdeyan bû, di nava demek kurt de gihişt wê astê ku berpirsyarî bigire. Bi taybetî bi perwerdeyên îdeolojîk, derfet dît ku Partiya me PKK’ê hîn baştir nas bike. Rêbertiya me û şehîdên me yên leheng bi kedên mezin, nirx afirandin. Hevrêyê me ji xwe re kir armanc ku bibe parêzvanekî xurt ê van nirxan. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş a perwerdeyan û lêhêrbûnên xwe yên kûr, di nava demek kurt de pêş ket. Hevrêyê me bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, derbasî qadên pratîk bû û derfet dît ku tiştên fêr bûyî bixe pratîkê. Hevrêy me bi rengekî aktîf beşdarî jiyanê bû, bi kesayeta xwe ya têgihiştî û dilnizm bandor li hevrêyên xwe kir. Li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Rojava, Başûr û Şengalê li hemberî gelê me pêk hatin, hevrêyê me xwest wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û li qadên ku êrîş lê zêde ne cih girt. Hevrêyê me xwedî sekneke welê bû ku ji pêvajoyê re bibe bersiv, tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Hevrêyê me tecrubeya leşkerî bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya aktîf, bû mînak. Weke fermandarek xwezayî tevgeriya. Hevrêyê me taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apoyî kir pîvanê esas ê jiyana xwe. Her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî. Di demeke welê de ku operasyonên dewleta Tirk ên ji bo tasfiyekirina PKK’ê û çewisandina gelê me zêde bûn, car din hat çiyayên azad û di nava refên têkoşînê de cih girt. Tecrubeyên ku di warê leşkerî de bi dest xistî ragihand hevrêyên xwe. Bi fedakarî û hevrêtiya xwe ya kûr û xurt bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li ser vî bingehî di gelek xebatan de ked da. Di nava tîmên gerîla yên bi pispor de bi cesaret û fedakarî cih girt ku li herêma Metîna li arazî û tunelên şer bi rola xwe rabûn. Bi vî rengî di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bû yek ji hevrêyên me yên fedayî yên ku rê nadin dagirkeran.
Hevrêyê me Şiyar 1’ê Gulana 2025’an li Metînayê dema li ser wezîfeya xwe, artêşa Tirk a dagirker bi namerdane bi rengê kemînê êrîş kir û di encamê de hevrêyê me şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku ala têkoşînê ya hevrêyê xwe Şiyar bi serketinê bilind bikin.
27’ê Gulana 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





