Bajarê me Kobanê, li gel berxwedana xwe ya dîrokî ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ên dijminê mirovahiyê bûye pîvana Şoreşa Azadiya Rojava ku di dilê hemû gelan de xwedî cihekî pîroz e.
Gelê me yê Kobanê yê ku tevî êrîşên dagirkeran ên asîmîlasyon, înkar û tunekirinê jî ji nirxên xwe yên civakî veneqetiyaye, ewladên xwe yên herî hêja dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Hevrêyê me Baran ê ku li bajarê me Kobanê ku hestên welatparêziyê û çanda berxwedanê lê tim zindî ne, ji dayîk bûye, di nava malbateke welatparêz de li gel vê çanda resen mezin bûye. Hevrêyê me Baran ê ku bûye şahidê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi armanca qirkirina gelê me dabûn destpêkirin, bêyî dudilî tevlî nava refên berxwedanê bû û ji bo parastina gelê me yê dihat çewisandin di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Hevrêyê me Baran di vê pêvajoyê de li ser sedemên hedefgirtina gelê me ya ji aliyê dewletên dagirker û çeteyên girêdayî wan ve kûr bû. Di vê pêvajoyê de fikrên Rêber Apo xwendin û gelekî jê bandor bû. Civak, dîrok û çanda me analîz kir û egerên têkoşîna xwe xurttir kirin. Li kuderê li hemberî gelê me êrîşek çêdibû, dilê wî li wir diniqutî. Girêdayî van yekan tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurd bû. Dema ku li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşên qirkirinê dest pê kirin jî li eniyên herî pêş cihê xwe girt.
Hevrêyê me Baran di wê baweriyê de bû ku wê li hemberî êrîşên înkar û tunekirinê yên dagirkeran, bi tevlîbûna nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re bersiva herî baş bide, di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku tim dixwest wan bibîne.
Hevrêyê me yê ku piştî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi awayekî serkeftî temam dike, li gelek qadan gerîlatî kir. Hevrêyê me Baran ê ku tecrûbeyeke mezin a şerî bi dest dixe, tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê bi taktîkên gerîlayan ên serdema nû re dike yek. Li gelek qadên cuda dibe pispor û di kesayeta xwe de guherînên mezin pêk tîne. Hevrêyê me bi nasîna heqîqeta Rêber Apo a gerdûnî re di navbera xwe û jiyanê de girêdaneke xurttir pêk anî û bû milîtanekî fedaî yê Apoyî yê pêşeng ku xwe bi perspektîfa Rêbertî pêş dixe. Li gel xwendina îdeolojî û felsefeya Rêbertî, xwe ji qirêjiya pergala kapîlatîst rizgar kir. Hevrêyê me Baran, bi zanebûna ku rastiya jiyana azad a lê digeriya di nava refên PKK’ê de ye, tevlîbûna vê jiyana pîroz a bi awayekî xurttir esas girt. Li hemû qadan tevlîbûneke sade nîşan da. Hevrêyê me Baran bê navber ji bo pêkanîna armancên xwe li ber xwe da û girêdayî vê yekê hewl da hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Şehîdên me yên nemir ji bo xwe kir egera tolhildanê. Ji bo ji bîranînên şehîdên me re bibe bersiv berxwedan û tevlîbûna xwe gihand astên bilindtir û bû xwediyê hewleke gelekî hêja. Hevrêyê me Baran ê ku giradayî van yekan tev geriya, di serdema şerê dijwar de ji bo ku erk û berpirsiyariyên xwe yên serdemî bi cih bîne hemû caran hewl da li eniyên herî pêş cihê xwe bigire. Bi derbasbûna Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû perçeyekî mezin ê berxwedana dîrokî ya li hemberî dagirkeran. Di nava tîmên gerîlayên pispor de cih girt û li bejahiyê û tunelên şer de li gel hevrêyên xwe kedeke mezin nîşan da. Di gelek çalakiyên ku derbên mezin li dijmin hatin xistin de cih girt. Bi fedekarî, tevlîbûna xwe ya xurt û sekna xwe ya diyar li hemû qadan ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin û bi yekbûne li gel hevrêyên xwe bû endamekî ruhê fedaî yê Apoyî. Tevî hemû zehmetiyên li qada şer jî tim bi moral û motîvasyoneke mezin beşdarî xwebatan bû û hewl da serkeftinê bi dest bixe.
Hevrêyê me Baran, şeva 25’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di encama kemîna artêşa Tirk a nemerdane de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Baran ê ku bi cesareteke mezin li ber xwe da û bi fedekariya xwe bû mînak, bi kesayeta xwe ya sade û sekna xwe ya têkildarî serkeftinê ji me re mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend û hêja hişt. Em soza xwe ya berdewamkirina têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd, pêkanîna armancên wan û xeyalên wan dubare dikin.
27’ê Gulana 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





