Gelê me yê Rojava ji bo partîbûn û artêşbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kedên mezin dane û di dîroka me ya têkoşînê de cih girtiye.

Rêbertiya me salên dirêj li vê qadê ked daye û ji vê qadê tevlîbûnên zêde li Tevgera me çêbûne. Lewma hestên welatparêziya bi kok lê kûr bûne. Hevrêyê me Abbas li Serêkaniyê ku ev kevneşopî lê bi bandor e, hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û ji derdora wî ya nêz tevlîbûn nava refên têkoşîna Azadiya Kurdistanê çêbûne, di temenekî zû de Partiya me nas kir. Bi exlaqê Kurdê qedîm a ji malbata xwe girtî, kesayeta hevrêyê me şêwe girt, bi çîrokên gerîlayên bûne efsane mezin bû. Hevrêyê me Abbas li hemberî Partiya me xwedî mereqeke mezin bû, di her firsendê de hewl da Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hîn ji nêztir nas bike. Hevrêyê me 8 salan li dibistanên sîstemê dewam kir. Ji ber ku nedikarî bi azad zimanê xwe baxive û timî nasnameya wî di bin zextê de bû, li dijî vê sîstemê dest bi lêpirsînên kûr kir. Perwerdeya sîstemê berda û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Kesayeteke kedkar qezenc kir û bi kesayeta xwe ya gihiştî ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin, her tim fikrên wî hatine guhdarkirin. Di her dema jiyanê de bû xwedî sekneke bi rûmet û bi pîvan û li her cihê ku çûyê, ev taybetmendiyên xwe parast û pêş xist. Dema ku çirûskên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatin vêxistin, bi kelecaneke mezin û xwesteka azadiyê tevlî xebatên şoreşê bû. Di vê pêvajoyê de naskirina kadroyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bandoreke mezin li hevrêyê me Abbas kir û ev yek bû sedem ku hîn xurttır û bi biryar tevlî xebatan bibe. Hevrêyê me Abbas xebatên xwe ti carî bes nedît û ji bo gelê me bibe xwedî siberojeke azad, bawer kir ku divê hîn zêdetir di nava têkoşînê de cih bigire. Hevrêyê me tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û biryar da ku di navenda berxwedanê de cih bigire. Di sala 2012’an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakurê Kurdistanê bû sedemê bandorên mezin, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Abbas tevlî nava refên gerîla bû û xeyal û hesreta xwe ya herî mezin pêk anî. Di şexsê xalên xwe Abbas Baran – Xalit Şêx Elî û Abbas Baran – Qehreman Şêx Elî de ku di nava refên têkoşînê de şehîd bûne, ala têkoşînê ya şehîdên me dewr girt û bi rûmeteke mezin ala têkoşînê bilind kir. Hevrêyê me Abbas bi kesayeta xwe samîmî, xebatkar û dilnizm ji bo bi jiyana gerîla re bibe yek, zehmetî nekişand. Bi meraqeke mezin gelek tişt ji hevrêyên xwe fêr bû, tiştên fêr bûyî bi hevrêyên xwe re parve kir û pêş xist. Perwerdeya şervanên nû ji xwe re weke mîladek qebûl kir û felsefeya Apoyî esas girt ku xwe jinûve biafirîne. Bi berpirsyariyeke mezin tevlî her xebatê bû û esas girt ku wê xebatê bi ser bixîne. Li her cihê ku lê ye bi lez bi hevrêyên xwe re bû yek, bi kesayeta xwe ya pêşeng ji her hevrêyê xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Taybetmendiyên wî yên şervantiyê jî, di nava demek kurt de derket pêş. Bi perwerdeyên leşkerî di gelek qadên cuda de bû pispor û di şert û mercên demê ku tê guhertin de, xwe bi lez adapteyî şert û mercên zehmet kir. Ji bo bibe milîtanekî layiqê keda Rêber Apo, di her firsendê de dahûrandinên Rêbertî xwend û li ser tiştên ku xwendî lêhêrbûnên kûr jiyan kir û esas girt ku derbasî pratîkê bike. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bêteredut, di demek kurt de milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de afirand.

Hevrêyê me Abbas bi şehîdên me re ku bi xwîna xwe nirxên me yên herî mezin afirandin, girêdaneke xurt çêkir. Rastiya ku PKK partiya şehîdan e, ti carî ji bîr nekir û di vê çarçoveyê de ket nava lêgerînê ku hîn zêdetir tevkariyê li têkoşînê bike. Ji bo xeyalên şehîdên me bi serketinê tacîdar bike, îdîaya xwe mezin kir û li ser xeta fedayiyan bû xwedî meş. Tevlî xebatên Hêzên Taybet bû, îdîaya xwe hîn mezintir kir û li ser xeta fedayîtiyê kûr bû. Ji bo şert û mercên herî zehmet xwe amade kir. Bû xwedî sekneke milîtaniya fedayî ya Apoyî. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî, ji bo pêdiviyên pêvajoyê xwe amade kir û li her qadê bû xwedî pratîkek xurt. Kesayeta xwe ya milîtan û pêşeng, li her derê nîşan da û ji bo pêşketina hevrêyên xwe bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me Abbas di gelek xebatên stratejîk ên Partiya me de cih girt, di ferqa hesasiyeta xebatên xwe de bû û wezîfeyên xwe bi serketineke hêja bi cih anî.

Hevrêyê me kîn û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran timî zindî hişt û ji bo hesabê êşên ku mêtingeran bi gelê me dayî kişandin bipirse, her çalakiya ku tevlî bûyî weke derfetek mezin dît. Herî dawî derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û li ser xeta serketinê bû xwedî pratîkek. Di çeperên berxwedanê de li dijî dagirkeran li cem hevrêyên xwe bi îradeyeke xurt şer kir û îradeya xurt a Apoyî nîşanî hemû cîhanê da. Hevrêyê me Abbas di gelek taktîkên gerîlatiyê de bû pispor û ji bo pratîkbûna tîmên gerîla yên bi nîv tevger ên profesyonel ked û hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Abbas di gelek operasyonên şoreşgerî yên serketî de, li herî pêş cihê xwe girt. Hevrêyê me bi cesareta xwe hate naskirin û bi kesayeta xwe ya fedayî di her firsendê de bi ser dijmin de çû. Ti hevrêyên xwe li pey xwe nehişt. Hevrêyê xwe yê şehîd li ser milên xwe hilgirt, ji nav dagirkeran derxist û dîmenên ku her kes bûyî şahidê vê kêliya dîrokî, ji bo danasîna kesayet, îrade, bawerî, hezkirin û dilsoziya hevrêtiyê her peyv, her gotin nîvî hiştiye. Hevrêyê me Abbas rûmet û serbilindiya gelê me li ser milên xwe hilgirt û di hafizaya hemû gelên bindest de cih girt. Hevrêyê me Abbas dema bi hevrêyên xwe re cihê xwe diguhertin gelek caran diket kemînê û ji mesafeya nêz ket nava şer, carekê jî teredut nekir û berê guleya xwe da dagirkeran û heya kêliya xwe ya şehadetê jî bi fedayiyane şer kir.

Dilê hevrêyê me Abbas bi dilê Rêber Apo re avêt, bi dilsoziyeke xurt girêdayî şehîdên me yên nemir bû. Bi rengekî pir eşkere nîşanî me daye ku em çawa li dijî dijmin şer bikin û dilsoziya hevrêtiyê tê çi wateyê. Li ser vî bingehî em ê li ser rêya hevrêyê xwe Abbas bimeşin û teqez bigihijin serketinê.

28’ê Gulana 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me