Gelê me yê Geverê bi girêdana xwe ya bi kevneşopiya Kurdistanê, xaka qedîm û welatparêziya xwe hatiye naskirin û derketiye pêş.

Hevrêya me Lorîn li vê bajarê ku bêhna berxwedan û têkoşînê jê tê, hate dinê. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz welatparêz e, di temenekî zû de têkoşîna me nas kir. Li bajarê serhildanê Geverê jidayikbûn û mezinbûn, ji bo hevrêya me her tim bû çavkaniya serbilindiyê. Pir zû tevlî nava refên têkoşînê bû û di nava berxwedanê de mezin bû. Her çendî ku li dibistanên sîstemê rû bi rûyê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk bimîne jî, bû jineke Kurd a ciwan ku ji bo azaftina zimanê xwe yê dayikê û jiyankirina çanda xwe israr kir. Hevrêya me bi demê re ket ferqa rolê klasîk a ku di nava sîstemê de hatî dayîna jinê û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin hîn zêdetir fêm kir, dilsoziya xwe ya bi têkoşîna me re hîn xurttir kir. Bû heyranê gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengiyê ji şerê bêhempa re dikin. Gerîlayan berdêlên mezin dane û destkeftiyên gelê me parastine, hevrêya me ev yek û karakterê mêtingeriyê yê dewleta Tirk a dagirker derxist zanebûnê. Li dijî şerê li Kurdistanê bêdeng nema û ji bo felsefeya jiyanê ya Rêbertî hîn nêztir nas bike, ket nava lêgerînê. Li dijî êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên DAÎŞ’ê li hemberî Êzidiyan, jinên Kurd û gelê me pêk anî, bû xwedî hêrseke mezin û bawer kir ku divê teqez di nava têkoşînê de aktîf rol bilîze. Hevrêya me Lorîn li ser vê bingehê di sala 2014’an de berê xwe da refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.

Perwerdeya gerîlatiya esas a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtî, bi serketî temam kir û bi xwestekek mezin tevlî jiyana gerîla bû. Hevrêya me Lorîn ne biyaniyê çiyayên Kurdistanê bû, weke gerîlayeke jin a ku gihiştî azadiyê, ji bo ji bandorên nerênî yên sîstema kapîtalîst rizgar bibe ket nava lêhêrbûnên kûr û bi felsefeya Apoyî kesayeta xwe jinûve afirand. Ji bo bibe milîtanek pêşeng a Îdeolojiya Azadiya Jinê ku ji aliyê Rêber Apo ve bi kedên mezin hatiye afirandin, lêkolîn û lêhêrbûnên xwe kûr kir. Bi eşqek mezin tevlî jiyana bêhempa ya PKK’ê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral di nava demek kurt de pêş ket. Ji bo bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî taybetmendiyên kesayeta milîtan di şexsê xwe de şênber bike, her tim ked da. Ji bo têkildarî jiyana gerîla tecrube qezenc bike û tiştên fêr bûyî bixe pratîkê, israr kir. Hevrêya me Lorîn tevî ku şervaneke nû jî bû, di jiyanê de bi roleke pêşeng rabû. Li her derê hêz da jiyana pîroz a Partiya me û têkiliyên hevrêtiyê. Ji bo li dijî êrîşên mêtingeran xaka pîroz a Kurdistanê bi hevrêyên xwe re biparêze, her tim xwe pêşniyar kir. Ji bo bibe layiqê keda Rêber Apo, di gelek xebatan de ked da. Hevrêya me Lorîn piştî pratîka xwe, tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Pirsgirêk û nebesiyên heyî bi hevrêyên xwe re lêpirsîn kir û ev yek kir zemînê pêşketinên hîn xurttir. Bi Parêznameyên Rêbertî û perwerdeya îdeolojîk, xwest bibe milîtaneke serketî ya YJA Starê. Hevrêya me li her qadê xeta jina azad bi layiqî temsîl kir, di taktîkên gerîla yên dema nû de bû pispor. Derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû ku artêşa Tirk a mêtinger êrîşên xwe li ser herêmê zêdetir kir. Hevrêya me Lorîn di çeperê herî pêş de li dijî dagirkeran şer kir û di gelek çalakiyên bi bandor de cih girt. Hem di tîmên araziyê hem jî di tunelên şer de di berxwedana dîrokî de cih girt û bû şopdarê Bêrîtan û Zîlanan. Hevrêya me Lorîn ji bo gerîla taktîkên şerê afirêner bi rengekî bi bandor bixe nav pratîkê, ked da. Hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di çalakiyên xwe de nîşan da.

Hevrêya me Lorîn nûneriya ruhê milîtaniya xurt a Partiya me PKK, PAJK’ê kir. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û cesareta xwe ya di şer de, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya xurt hişt. Hevrêya me Lorîn di kemîna dagirkeran de şehîd bû. Em soz didin ku xeyala wê ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

28’ê Gulana 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me