Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo rastiya geleke li ber tunebûnê, jinûve afirand û derxist ser dika dîrokê.

Li xaka pîroz a Kurdistanê ku ji aliyê mêtingeran ve belavî çar parçeyan hate kirin, hêvî car din derket holê. Di sala 1979’an de dema Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, gelê me yê Rojava Rêber Apo bi coşeke mezin pêşwazî kir, di tevahiya dîroka me ya têkoşînê de zarokên xwe yên herî bi cesaret şand nava refên têkoşînê û bi rengekî bêteredut tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû. Hevrêyê me Rawan di nava malbateke me ya welatparêz de ku li Şamê di nava vê kevneşopiya pîroz û berxwedêr de cih digire, hate dinê. Hevrêyê me di nava malbateke eslê xwe ji eşîra Kiçî û xwedî koka koçeriyê de, girêdayî nirx û çanda Kurdistanî mezin bû. Hevrêyê me Rawan ku di nava civakek zane û perwerdekirî de mezin bû, hîna di salên zarokatiya xwe de bû şahidê êrîşên dermirovî yên çeteyên DAÎŞ’ê. Bi vê pêvajoyê re her kes û her civakê dît ku bêyî xweparastinê nikare li ser piyên xwe bisekine. Hevrêyê me ji pêvajoya şerê dijwar bandor bû û weke wijdanî ket nava lêpirsînan. Hevrêyê me bawer kir ku divê teqez di nava têkoşînê de cih bigire, tevlî refên berxwedanê bû û li dijî êrîşên qirkirinê biryara parastinê da. Hevrêyê me yê ku demekê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dîlgirtin, xwesteka xwe ya têkoşînê mezin kir û ev dema zehmet derbas kir. Dema gihişt azadiya xwe, bi xwestekek mezin beşdarî xebatên Ciwanên Welatparêz û Şoreşger bû. Ji bo ciwanên Kurd bi zane bike, bêrawestan xebitî. Hingî ku rola ciwanan a di nava xebatên şoreşê de didît, hîn zêdetir bi têkoşînê re bû yek û hemû berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Rawan her roja borî xwesteka xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir. Enerjiya xwe ya ciwantiyê di xebatan de nîşan da û di nava demek kurt de tecrubeyên mezin bi dest xist. Hevrêyê me berxwedana gerîla ya dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê, ji nêz ve şopand. Ji bo bigihije gerîlatiyê, bû xwedî israrek mezin. Di sala 2020’an de ku êrîşên mêtingeran zêde bûn, hevrêyê me bawer kir ku bersiva herî baş bilindkirina berxwedanê ye. Tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û xeyala xwe ya herî mezin pêk anî.

Hevrêyê me Rawan tevlîbûna nava refên gerîla weke gava xwe ya ewilî ya ji bo azadiyê nirxand, perwerdeyên xwe yên esas bi serketî temam kir. Bi daxwaza xwe ya fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bi kelecan hem di perwerdeyên leşkerî hem jî îdeolojîk de, di nava demek kurt de pêş ket. Hingî ku Rêber Apo xwend û fêm kir, lêhêrbûnên xwe kûr kir. Di kesayeta xwe de guhertinên bi kok afirand û dizanî ku dikare ji vê pêvajoya zehmet re bersiv. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe bû şervanek mînak. Bi eleqeya xwe ya bi taktîkên gerîla, di gelek qadên cuda de bi lez bû profesyonel. Derbasî qadên pratîk bû, derfet dît ku tişên fêr bûyî pêk bîne. Hevrêyê me li ser zanista xwe ya heyî tecrube jî zêde kir. Ji bo her wezîfeyê amade bû û ji bo wezîfeyên herî zehmet, timî destpêkê xwe pêşniyar dikir. Bi kesayeta xwe ya kedkar û bi tevlîbûna xwe ya bi coş, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me Rawan hingî ku jiyana pîroz a PKK’ê nas kir, xwe tevlî herikbariya jiyanê kir. Her roja borî xwe hîn zêdetir pêş xist û bû xwedî kesayeteke milîtan a xurt. Li qadên ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker lê zêde, hevrêyê me pratîk meşand û li dijî mêtingeran her tim bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me di wê îdîayê de bû ku ala têkoşînê ya hevrêyên me yên bi fedayî şer kirine, li ber xwe dane û tevlî karwanê nemiran bûne, bi serketinê bilind bike û di çeperê herî pêş de cih girt. Di gelek çalakiyên bi bandor de cih girt û ji bo darbeyên giran li dagirkeran bê xistin, ked da. Bi kesayeta xwe ya şervan û milîtaniyê, hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî.

Hevrêyê me Rawan 6’ê Çileya 2025’an di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Bi kesayeta xwe ya milîtan a di şer de û fedakariya xwe ya di jiyanê de, li ser xeta fedayîtiyê bû xwedî meşeke bênavber. Em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd, li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

 

28’ê Gulana 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me