Hevrêya me Besê li bajarê welatparêzî û berxwedêriyê yê Serhedê li nava malbateke dilsozê kevneşopî û çanda Kurdîtiyê ji dayik bû.
Ji ber ku li nava malbateke welê mezin bû ku li hemberî êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin asta xwe ya hişmendiyê bilind bû, karîbû cewhera xwe biparêze û di tevahiya jiyana xwe de kete nava lêgerîn û hewldaneke bi vî rengî. Hevrêya me Besê ku nakokî û lêpirsînên wê yên li ser jiyanê zû destpê kirin, ji bo bibe xwedî jiyaneke bi wate li bersiva li van nakokiyan geriya. Bi taybetî rastiya êrîşên qirker ên li ser gel, her wiha xisara li ser kesayetiyan a ji ber vê yekê, di heman demê de statuya koletiyê ya bi hezaran sal in li jinê tê ferzkirin, bû rojeva bingehîn a kûrbûna hevrêya me Besê. Hevrêya me ku pê hesiya peydakirina bersiva li pirsên ewçend giran zehmet e, fêhm kir ku divê qadeke têkoşînê ya li gorî vê peyda bike. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û ji derdora wê ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hatibû kirin, hevrêya me derfet dît ku partiya me PKK'ê heta astekê nas bike û fikirî ku nakokiyên xwe bi felsefeya Rêber Apo dikare ji holê rake. Hevrêya me ku li ser nirxandin û parêznameyên Rêbertî kûr bû li Wanê dema ku diçû zanîngehê tevlî nava karên ciwanên şoreşger û welatparêz bû, derfet dît ku ya xwend û fêhm kir bixe pratîkê. Di vî karî de li gel ku şens dît ku rastiya têkoşîna me hîn bêhtir nas bike û bibe xwedî pratîkeke serektî, anî ziman ku bersivên têrker nedîtiye. Ji ber vê yekê jî lêgerînên xwe dewam kir û piştî ku fêhm kir bersiva lê digere di nava jiyana azad de ye, hewl da xwe bigihîne vê yekê. Hevrêya me baweriya xwe pê anî ku ev yek tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla, bi qutbûna ji jiyana sexte ya sîstema kapîtalîst dikare pêk were û piştî ku çeteyan êrîşî Kobanê kirin biryara xwe da. Hem ji bo parastina gelê xwe, hem ji bo misogerkirina azadiyê hem jî derîvekirina li jiyana azad di sala 2015'an de hevrêya me Besê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û firsend dît ku herdu armancên xwe pêk bîne.
Hevrêya me Besê bi perwerdeyên destpêkê re di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek, xwest demek beriya demekê derbasî qadên ji şerê giran bibe û wezîfeyên demê bi cih bîne. Hevrêya me ku ji bo vê israr kir, zanîbû ku ji bo pêkanîna vê armanca xwe divê hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê di serî de hunera şer a gerîla di gelek mijaran de xwe bi pêş ve bir, bi keda xwe bû xwe afirand. Hevrêya me li her qada ku lê ma li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê û bi kedeke hîn mezin xwest bibe bersiv ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Besê ku li çiyayên Kurdistanê derfetê jiyana azad dît, ji bo hêjayî şehîdên me yên leheng bibe ku ev jiyan bi berdêlên giran afirandin û hêjayî Rêber Apo bibe, gihîşt wê encamê ku divê têkoşîna xwe hîn mezin bike. Hevrêya me têgihişt ku dilsozî tenê bi vî rengî dibe û li ser vê bingehê xwest tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe. Di sala 2016'an de piştî ku xizmê wê yê hêz hevrêyê me Dewran - Serhat Akpolat li Geverê çalakiya fedaî kir û şehîd bû, ev yek ji bo hevrêya me Besê bû hincetek ku vê daxwaza xwe pêk bîne. Di heman demê de dewamkirina sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê me û şehadetên di pêvajoya şer de, bûn sedemên diyarker ji bo tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe.
Hevrêya me Besê di bin sîwana Hêzên Taybet de bi perwerdeya wergirtî xwe li ser pîvanên fedaîtiyê perwerde kir, têgihişt ku fedaîtî ew e ku xwe bi temamî bike gorî jiyana azad a gelê xwe û di lêgerîna heqîqetê de xwe kûr bike. Zanîbû ku bi hevrêyên xwe dikare xwe bigihîne armanca vê rêwîtiya pîroz û têgihişt ku divê yekbûneke ruhî bi hevrêyên xwe hemûyan re dîne. Hevrêya me fêhm kir ku ji bo vê jî divê her hevrêyekê/î hîs bike, ev jî bi kedê dikare bê afirandin. Hevrêya me Besê baş zanîbû ku têkiliyên hevrêtiya pîroz a partiya me PKK'ê bi berdêlên giran hatiye afirandin, bi sekn, tevlîbûn û fedakariya xwe her roj ev nirx xwedî kir, mezin kir. Bi zanebûna ku hevrêtî di heman demê de hevpariya hestewariyê ye, bi vî rengî pirên hestewarî bi her hevrêyên xwe re ava kir. Ji ber vê yekê jî hevrêya me Besê di dilê hemû hevrêyên xwe de bi keda xwe bû xwedî cihekî taybet. Hevrêya me Besê xwest kûrbûna xwe derbasî pratîkê bike û bi vî rengî mezin bike.
Li ser vê bingehê ji sala 2022'an û pê ve xwest bibe bersiv ji êrîşên dijmin ên li ser Herêma Şehîd Delîl û bi israr xwest derbasî vê qada şerê giran bibe. Li vê derê manewiyata kûr a ku hevrêyên şehîd di kesayetiya wê de afirand, veguherand hêrs û hêza tolhildanê û xwest, derseke dîrokî bide dijmin. Hevrêya me Besê ku gihîşt vê armanca xwe, tevlî her qadên şer bû. Ji amadekarî û karên binesaziyê heta bi çêkirina tunelan û piştre jî çalakiyan, di her astê de hêz da berxwedanê û bi tevlîbûna xwe bû milîtaneke mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Besê bi duristî, sadebûn û fedakariya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, bi zelalî û biryardariya xwe ya di armancê de, pîvanên milîtaniya pêşeng a partiya me PKK-PAJK'ê di kesayetiya xwe de bi rengekî hêja temsîl kir û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka lehengiyê ya gelê me de girt. Hevrêya me Besê bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên wê yên azadiyê teqez pêk bînin.
30’ê Gulana 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





