Hevrêya me Ozgur li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û nirxên cewherî yên civakî timî lê zindî ye.

Bi saya welatparêziya malbata xwe û hişmendiya Kurdîtiyê, hîn di temenekî zû de ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hez kir, bû xwedî sempatiyê. Her ku li dibistanên sîstemê zextên dijmin ên ji mejiyê tekperest dît, hîn bêhtir xwedî li ziman û nasnaemay xwe derket. Li gel temenê xwe yê biçûk timî bala xwe li ser bûyerên civakî û derdorê bû. Rastiya jinê ya ku li nava çar dîwaran hate asêkirin û jiyaneke bi rengê koletiyê lê tê ferzkirin, bû sedem ku hevrêya me bikeve nava lêpirsînên kûr. Jiyan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ku bandor li her kesî dikir, ji bo hevrêya me Ozgur jî bû nîşaneya jiyaneke nû. Her ku jiyana gerîla, têkoşîna gerîla bi taybetî jî îradeya xurt a gerîlayên jin dît, xeta berxwedanê ya ku jiyana xwe di oxira wê de feda bike, li pêşberî xwe dît. Di vê pêvajoyê de hevrêya me Ozgur gelekî eleqe nîşanî felsefeya jiyanê ya Rêber Apo da û bû xwedî wê derfetê ku têkoşîna me hîn ji nêz ve nas bike.

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo qirkirinê êrîş bir ser gelê me, hevrêya me Ozgur bêyî teredût bike ji bo parastina nirxên gelê me yên bi îradeyeke mezin hatin afirandin, li refên herî pêş cih girt. Hevrêya me Ozgur ku şahidî ji her kêliya Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir û li gelek eniyên cuda bêrawestandin şer kir, bû parçeyek ji şoreşê. Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de hevrêya me birîndar bû, lê bi hêzeke mezin a îradeyê zû bi ser xwe ve hat û careke din berê xwe da eniya şer. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk û kedkar di dilê hevrêyên xwe hemûyan de cih girt. Rastiya gelekî ku li hemberî êrîşên qirkirinê xwe parast û di nava rastiya şer de xwe ji nû ve afirand, kelecan û hêzeke mezin da hevrêya me Ozgur. Hevrêya me Ozgur 3 salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dijminê mirovahiyê şer kir, azadkirina her bihosta xaka Kurdistanê kir armanca xwe ya bingehîn. Hevrêya me di vê pêvajoyê de kûrbûnên xwe zêde kir û sala 2015'an biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe.

Bi tecrûbeya şer û jiyanê ya li qada şer wergirtî, li çiyayên Kurdistanê zehmetî nekişand ku hîn bibe. Hevrêya me Ozgur bi eşq û daxwazeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû. Di demeke kurt de li gel şert û mercên zehmet gihîşt wê asta têrker ku hemû wezîfeyan bi ser bixîne. Bi rêya perwerdeya wergirtî hem li qada leşkerî hem jî li qada îdeolojîk bû xwedî kûrahiyeke mezin û ji bo derbasî qadên pratîkê bibe timî israr kir. Hevrêya me Ozgur bû yek ji wan hevrêyên me ku Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ya Rêber Apo di kesayetiya xwe de bi cih bike û derbasî nava jiyanê bike. Li gel temenê xwe yê ciwan jî bi kûrahiya xwe ya îdeolojîk û pisporiya xwe ya ji aliyê taktîkên leşkerî ve di demeke kurt de derkete pêş û weke milîtaneke jin a ciwan a Apoyî wezîfeyên pêşengiyê bi rengekî hêjayî bi cih anî. Hevrêya me bîranînên hevrêyên xwe yên ku li gel hev têkoşiyan û şehîd bûn ji xwe re kir rêber û her tim hewl da dilsozê bîranîna şehîdan be. Li her qada ku lê cih girt, bi pratîka xwe di xeta jinê ya azad de bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû û bû milîtaneke YJA Starê ya serketî. Ji bo hîn bêhtir tevlî bibe û derbên mezin li dijmin bixe timî di nava kûrbûnê de bû. Armanca wê ya ji bo bibe şopdareke hevrê Şehîd Zîlan kir ku tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe. Hevrêya me Ozgur baş zanîbû ku fedaîtî di detayên jiyanê de veşartî ye û bala xwe da ser her detayê, kesayewtiya xwe jî di vê çarçoveyê de ji nû ve afirand. Parêznameyên Rêbertî û avabûna artêşa jinê ji qadên bingehîn ên kûrbûnê yên hevrêya me Ozgur bû. Hevrêya me Ozgur tevlî gelek karên stratejîk bû û li qada ku lê kar kir, ji bo serxistina kar bê dawî ked da. Bi tespîta, 'Rêbertî û jiyan ji hev cuda nînin, ji ber ku rastiya Rêbertî temsîliyeta rastiya jiyanê ye. Di gerdûnê de mafê jiyanê ji her zindî re hatiye dayin. Lê belê hin zindî demkurt bijîn jî vê jiyana xwe ya demkurt bi rengekî azad dijîn. Di gerdûnê de armanca her tiştî heye' nirxandinên xwe yên li ser Rêbertî û jiyanê bi şênberî raxist pêş çavan. Hevrêya me her kêliya jiyana xwe xist bin xizmeta partiya me, derbasî qadên ji şerê giran bû û ji bo karibe mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne gelekî hewl da. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku demeke dirêj lê pratîk kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku bersiva destpêkê da êrîşên dagirkeriyê. Hevrêya me Ozgur tevlî gelek operasyonên şoreşgerî bû, ji bo derbên giran li dagirkeran bixe gelekî ked da. Di nava tîmên li qadê yên nîv bi tevger de pratîkeke bi bandor nîşan da û taktîkên gerîlatiyê yên profesyonel bi serketî xist meriyetê. Bi pisporiya xwe ya di taktîkên demê de, bi hevrêtiya xwe ya kûr, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê û bi kesayetiya xwe ya berê xwe da serketinê, bû milîtaneke YJA Starê ya serketî.

Hevrêya me Ozgur di her şert û mercî de îdeeolojiya Apoyî parast, bi kesayetyia xwe ya kedkar û pratîkê bû milîtaneke fedaî ya Apoyî ya mînak. Weke hevrêyên wê em ê ala têkoşînê ya ku radestî me kiriye bi ser bixînin û soza vê yekê didin.

30’ê Gulana 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me