Hevrê Rêvan li Şirnexê di malbateke welatparêz a ji eşîra Cafirî de ji dayik bû. Hevrê Rêvan ji ber ku malbata wê girêdayî çanda qedîm a Botanê bû û di her şert û mercî de nirxên azadiyê diparast, bi çand, ziman û kevneşopiyên xwe ve girêdayî ma.
Hevrêya me demekê li dibistanên dewleta Tirk xwend, li wir cara yekem rastiya dijmin nas kir. Hevrê Rêvan qebûl nekir ku di van dibîstanan de ji xeynî ziman û çanda xwe, ziman û çandekî cuda lê were ferzkirin. Ji ber vê yekê, piştî demekê dev ji xwendinê berda. Piştre di encama lêhûrbûnê fêm kir ku dijmin dixwaze bi rêya van dibistanan zarokên Kurd, bi taybetî keçên Kurd asîmîle bike û qirkirina Kurdan temam bike. Ji ber vê yekê hêrsa wê ya li hember dijmin pêş ket. Hevrê Rêvan mîna her zarokek Kurd ku li Kurdistanê, bi taybetî li Botanê ji dayik bûye û mezin bûye, rûyê hovane û zalim ê dijmin nas kir. Şahidiya zilm, êşkence û komkujiyên li dijî gelê me yê ku daxwazên xwe yên herî mafdar tînin ziman kir û hêrsa wê ya li hember dijmin hîn dijwartir bû. Hevrê Rêvan di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna gerîlayên ku hêza rizgariya gelê me ne, nas kir û ji bo gerîla sempatîyek kûr pêş xist. Apê wê Kamil-Ahmet Katar piştî ku têkoşîna me li Botanê berfireh bû, tevlî refên gerîla bû, piştî demekê gihîşt şehadetê û çîrokên qehremaniya wî bala hevrê Rêvan kişand û ew bi apê xwe serbilind bû.https://sehidjiyane.com/tr/2024/06/22/kamil-ahmet-katar/
Hevrêya me, timî Wî ji xwe re mînak digirt, xeyala tevlîbûna nava refên gerîla dikir. Paşê gelek xizmên wê yên nêzîk tevlî refên gerîla bûn û ev yek bandor li ser hevrêya me çêkir û gerîla wekî parçeyek xwe dît. Hevrêya me ji ber vê yekê, timî meraq dikir û dixwest gerîla bibîne, her gava ku serdana gundên xwe dikir, hêviya dîtina yekî ji wan dikir. Hevrê Rêvan ev hêvî û xeyalên xwe çend caran pêk anî, ji hevrêtiya germ û kûr a gerîla bi bandor bû. Nîqaşên ku bi gerîlayan re kir hişt ku jiyanê baştir fêm bike û bi rêya nîqaşên bi hevrêyên jin re, têgihîştineke kûrtir bi dest xist. Hevrêya me ji ber vê yekê lêgerîna xwe hîn kûrtir kir, ji dotmama xwe ya ku di 2012’an de tevlî refên gerîla bû, îlham girt û biryara tevlîbûnê da. Hevrê Rêvan li ser vê bingehê, di sala 2013’an de vegeriya çiyayên Botanê û bi tevlîbûna refên gerîla xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.
Hevrê Rêvana ku ji herêma Bestayê tevlî gerîla bû, piştî demek kurt ji wir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Lê ti carî hevrêyên ku li Bestayê nas kiribû û di fêrbûna gerîlatiyê de alîkarî dabûnê ji bîr nekir û roniya wê zanînê rê nîşanî gerîlatiya wê da. Hevrêya me perwerdehiya xwe ya şervanê nû li herêma Heftanînê dît û li wir derfet dît ku hemû hûrguliyên jiyana gerîla fêr bibe. Bi saya perwerdehiya îdeolojîk a ku dît rastiya gelê me, dîroka wan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê nas kir û ji têkoşînê hêz girt. Wekî nefereke têkoşîna azadiya gelê me, mayîna li çiyayên Kurdistanê ji bo xwe wekî rûmetekê dît. Hevrê Rêvan wekî jinek ciwan derfetek dît ku ew qalibên ku pergal li ser jinan ferz kirine bişkîne û ji bo azadiyê derkeve çiyayan ji xwe re wekî şensek dît. Hevrê Rêvan ji bo bingeha îdeolojîk û teorîk bi dest bixe, lêhûrbûn kir. Hevrê Rêvan di heman demê de ji rastiya xwe bêtir derxist zanyariyê û derfet dît ku ew taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst di wê de afirandibûn zelaltir analîz bike. Bi zanîna ku ev taybetmendî dikarin li pêşiya têkoşîna wê bibin asteng, bi xwe re ket nav şer û hewl da ku wan derbas bike. Hevrêya me di vî şerî de bi ser ket û pêwîstiya domandina vê şerê navxweyî fêm kir. Hevrêya me di wê zanyariyê de bû ku wekî hêzeke xweparastina jin û gelê me, divê xwe di hunera gerîlatiyê de pêş bixe û bi hişmendiyê nêzî hemû perwerdehiyan bû. Bi fêrbûna gelek taktîkên gerîla re xwe ji bo rewşa şer a muhtemel amade kir û bi jêhatîbûna ku bi dest xist ji hevrêyên xwe re bû mînak.
Hevrê Rêvan piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, berê xwe da herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û vê serdemê wekî derfeta ji bo bidestxistina ezmûna jiyana gerîla û pêşxistina kesayetiya Apoyî dît. Hevrêya me di vî warî de ezmûneke girîng bi dest xist, piştî ku dijmin di sala 2015’an de êrîşên berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, xwest ku biçe herêmên ku şerên dijwar lê diqewimin. Piştî ku pêşniyara wê hat qebûlkirin, ew derbasî herêma Metînayê bû û heta sala 2018’an bi awayekî çalak têkoşiya. Hevrê Rêvan li vê herêma ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin da. Hevrê Rêvan bi ked û fedakariya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê û roj bi roj tempoya têkoşînê zêde kir. Hevrê Rêvan piştî pratîka dijwar, ji bo taktîkên gerîla yên serdema nû fêr bibe, pêşniyar kir ku beşdarî perwerdehiyê bibe. Pêşniyara hevrêya me hat qebûlkirin û beşdarî perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk bû. Hevrêya me pratîka ku meşandiye di ber çavan de derbas kir, dersên girîng jê derxist û wan ji bo xwe kir tecrûbeyek. Hevrêya me de heman demê de tecrûbeyên ku qezenc kir bi hevrêyên xwe re parve kir û di vî alî de ked da. Hevrê Rêvan ji bo fêrbûna taktîkên gerîla yên serdema nû xebitî, gelek taktîkan bi hûrgilî fêr bû û bû gerîlayek jêhatî ya YJA Starê.
Hevrêya me ku deverên cûda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand, piştî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di sala 2022’an de derbasî herêma Zapê bû û li wir tevlî berxwedanê bû. Hevrêya me bi hemû şaneyên xwe ji taktîka tunelên şer bawer kir û li wir du salan di tunelên şer de li ber xwe da. Hevrê Rêvan tevî hemû êrîşên dijmin, di berxwedanê de israr kir û bi îradeya xwe ya xurt ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me piştre derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û li wir tevlî berxwedana fedaî bû. Li vê herêma ku dijmin hemû teknîk, amûrên şerê taybet û çekên kîmyewî û nukleer taktîkî bi kar anî, bi fedaî li ber xwe da. Hevrê Rêvan, di aliyê manewî de xwe bi hêz hîs kir û armanca wê ya sereke ew bû ku hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd û têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo bibe. Hevrêya me tevî berxwedana sermirovî meşand jî, ji sekna xwe ya mutewazî tawîz neda. Hevrê Rêvan bû milîtanek YJA Starê ku ji hêla hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrê Rêvan di 20’ê Adara 2025’an de, dema ku li herêma Girê Cûdî erkdar bû, bi hevrê Sefqan re di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Wê timî pêşengiya têkoşîna me bike. Wekî hevrêyên wê, em soz didin ku em ê xeyalên hevrê Rêvan bikin sedema têkoşînê.
2’ê Mijdara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





