Hevrê Sefqan li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji malbatek welatparêz ê ku di têkoşîna azadiyê de berdêl daye, ji dayik bû.
Malbata hevrê Sefqan ji ber eslê xwe ji Mala Cengo ku li Bedlîsê malbateke navdar e, xwedî kevneşopiyeke kûr a Kurdewarî bû. Malbata hevrê Sefqan ji destpêkê ve beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku Rêber Apo û PKK'ê pêşengiya wê dikirin bûn. Xizmê wî yê nêzîk, hevrê Xalit-Reûf Akbay ku di salên destpêkê yên têkoşîna me de tevlî refên gerîla bû û di nav komên pêşîn de vegeriya welêt, di 16’ê Nîsana 1985’an de li herêma Duhokê şehîd bû. şehîd Xalit hem di nav malbatê de û hem jî li herêma ku lê dijiya bû efsanewî û navê şehîd li her derê belav bû. Paşê apê wî, hevrê Şoreş Tetwan-Îhsan Akgun di sala 1992’an de tevlî refên gerîla bû û di sala 1997’an de şehîd bû, ji bo malbata hevrê Sefqan bû rûmetek mezin. Bavê hevrê Sefqan di destpêka salên 1990’î de ji aliyê dijmin ve hate girtin û demek dirêj di girtîgehê de ma. Ji ber vê yekê di zarokatiya xwe de bavê xwe nedît. Piştî ku bavê wî ji zindan derket ji ber zextên dijmin ên li ser wî û malbatê berdewam kirin, neçar man ku koçî bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê bibin. Hevrê Sefqan piraniya jiyana xwe li Îzmîrê derbas kir û kesayetiya wî li wir teşe girt. Hevrê Sefqan her çiqasî di bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin de ma jî, qet ew cewhera ku di dilê xwe de hildigirt winda nekir. Timî karakterê welatparêz û şoreşger ê malbata parast. Hevrê Sefqan piştî ku dibistana amadeyî ya Îzmîrê qedand, ji bo zanîngehê çû Manîsayê. Li wir bi rastiya jiyanê re rû bi rû ma û derfet dît ku rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Her çiqasî hestên wî yên welatparêzî xurt bûn jî, di nava avaniyekî rêxistinkirî de cih negirtibû, lê di salên zanîngehê de di nava xebatên ciwanan ên şoreşger û welatparêz de cih girt. Hevrêyê me vê pêvajoyê wekî derfeta ji bo naskirina Rêbertiyê û lêhûrbûnê nirxand, parêznameyên Rêbertiyê yên ku bi dest xistin gelek caran xwend û di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûrbûn esas girt. Di demek kurt de hat asta ku pêşengiya xebatên ciwanan bike û her roj têkoşîna xwe mezintir kir. Piştî sê salan li Manîsayê xwendin, beşa xwe li Wanê domand û li wir jî du salan xwend. Hevrêyê me bi vî awayî ji beşa endezyariya kîmyayê ya zanîngehê mezûn bû û li Wanê bi awayekî çalaktir tevlî têkoşînê bû. Hevrê Sefqan bi gerîlayên Çiyayên Zagrosê re têkilî danî, wekî milîs xebatên xwe domand. Hevrêyê me hem di pêşxistina xebatên xweparastinê de û hem jî bi tevlîkirina şervanên nû ji bo nava gerîlayan re eleqedar bû û keda wî di dehan hevrêyên ku bi gerîlayan re bûn yek de derbas bû. Hevrêyê me, di erdheja Wanê de ji hevgirtina gelê me hêz û moral digirt, bi qasî ku ji destê wî hat hewl da ku birînên gel derman bike. Hevrê Sefqan piştî ku dewleta Tirk pêvajoya ku jê re digot "Pêvajoya Çareseriyê" di sala 2015’an de ji holê rakir, biryar da ku tevlî refên gerîla bibe û hizirî ku divê rastiya dijmin bi zimanê ku ew jê fêm bikin were bersivandin. Hevrêyê me li ser vê bingehê ji Çiyayên Zagrosê tevlî refên gerîla bû û kêfxweşiya pêkanîna xeyalên xwe yên zarokatiyê jiya.
Hevrê Sefqan li herêma Zapê perwerdehiyek kurt dît, piştre li Şehîdgeha Zapê dest bi peywirê kir. Li vir gorên hevrêyên xwe yên şehîd parast û xemiland. Hevrê Sefqan giraniya peywira ku her kêliya wê bi manewiyatê barkirî ye hîs kir û vê yekê kir sedema mezinkirina têkoşînê û lêhûrbûnê. Ev peywira xwe demek kurt meşand, di encama lêhûrbûna xwe ya kûr de pêşniyara xwe ya ji bo beşdarbûna Hêzên taybet kir. Hevrêyê me ji ber sekna xwe ya pêbawer di sala 2016’an de beşdarî Hêzên Taybet bû. Li wir di perwerdehiyek kûr de derbas bû û derfeta ku xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe dît. Hevrêyê me li wir bi taybetmendiyên ku ji pergalê wergirtibû û li pêşiya fedaîtiya wî dibûn asteng re rû bi rû hat, bi wan re têkoşiya û li ser bingeha felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de guherîn û veguherînên girîng çêkir. Sala 2016’an a ku wekî sala fedîtiyê derbasî dîroka têkoşîna azadiyê bû, di zanyariya berpirsyariyeke giran li xwe bar kiribû de bû û bi bawerî û biryardariya xwe ya serketinê xwe ji bo her erk û mîsyonê amade dît. Di vê wateyê de bi helwest û sekna xwe bû milîtanê Apoyî yê mînak.
Hevrê Sefqan piştî perwerdehiya xwe bi serketî qedand, di nav Hêzên Taybet de beşdarî xebatên girîng û stratejîk bû û di pêşxistina taktîkên serdemê de kedek mezin da. Bi saya afirînerî, baldarî, xebatên dîsîplînî û kesayetiya hestyarî hişt ku serketinên girîng bên bidestxistin û roleke diyarker di bidestxistina serkeftinên girîng di hin braşên leşkerî yên Tevgera me de lîst. Hevrê Sefqan demek dirêj di van xebatan de ma û bi fedakariya xwe hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir û timî di nava hewla mezinkirina têkoşînê de bû. Hevrêyê me bêwestan lêkolîn û ceribandin kir û pêşengiya xebatên ku dimeşand kir.
Dema ku dewleta dagirker a Tirk êrîşî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kir, hevrêyê me di beşdarbûna berxwedanê de israr kir û ev pêşniyar demekê nehat qebûl kirin. Lê hevrêyê me di pêşniyara xwe de israr kir û bi kelecan li benda kêliya ku ew ê li kêleka hevrêyên xwe yên di çeperan de li ber xwe bidin, bû. Pêşniyara hevrêyê me ji ber sekna fedaî ya di jiyanê de û jêhatîbûna di taktîk û teknîkên leşkerî de hate qebûlkirin. Hevrêyê me di sala 2022’an de bi coş, xwestek û heyecaneke mezin vegeriya welatê fedaiyan a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê. Hevrêyê me li çeperên berxwedanê yên ku rewşa herî parzinandî lê dihat jiyîn cihê xwe girt, armanca wî ya herî mezin ew bû ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne. Li ser vê bingehê, nêzîkî sê salan di tunelên şer ên herêma Girê Cûdî de li ser xeta fedaîtiyê têkoşînek bêhempa meşand. Hevrê Sefqan ji bo hêrsa xwe ya li dijî dijmin bide der, her kêliya xwe di lêhûrbûnê de derbas kir û her firsenda biçûk ji bo çalakiyê bi kar anî. Hevrêyê me yê ku di van xebatan de serkeftî bû, beşdarî gelek çalakiyan bû û îradeya fedaiyên Apoyî nîşanî dijmin da. Hevrê Sefqan bi beşdariya xwe ya jiyanê, helwest û jêhatîbûna xwe ya leşkerî bawerî da hemû hevrêyên xwe, ti carî teredût nekir û bi coş û heyecan hemû xebatan meşand. Hevrêyê me bi vê taybetmendî û beşdariyê, xwe nêzîkî Rêber Apo hîs dikir û hestên mezin ên ku jiyaye kir sedema mezinkirina têkoşînê.
Hevrê Sefqan dema ku li ser erka xwe bû, di êrîşeke dijmin de 20’ê Adara 2025’an tevlî kerwanên şehîdan bû. Hevrê Sefqan bi hevrê Rêvan re mîrateyeke efsanewî ya têkoşînê li pey xwe hişt. Em wek hevrêyên wî soz didin ku bîranîna hevrê Sefqan di Kurdistana Azad a ku di hesreta wê de bû, bidin jiyîn.
2’ê Mijdara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





