Hevrêyê me Şevger, li bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe.
Li bajarê Dirbesiyê yê lê ji dayîk dibe û mezin dibe, pêkhatina bi hezaran tevlîbûnên ji bo nava têkoşîna me ya azadiyê û şehadeta bi sedan dibin wesîle ku hevrêyê me Şevger hê di zarokatiya xwe de bi çandeke şoreşgerî mezin bibe. Hevrêyê me yê ku di serdemên destpêkê yên pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava de hê zarok e, di nava şert û mercên şoreşê de mezin dibe. Ji ber wê yekê şahidiya hemû qonaxên şoreşê dike, bedêlên giran ên hatine dayîn bi hemû hebûna xwe hîs dike. Hevrêyê me gelekî ji têkoşîna fedaiyane ya hêzên azadiya Rojava ya li hemberî çeteyan, rejîma BAAS’ê û dewleta Tirk a dagirker û bedêlên hatine dayîn bandor dibe. Ji ber vê yekê jî tim û tim şervanên azadiyê ji xwe re mînak digire. Hevrêyê me Şevger ê ku bi çand û exlaqê Şoreşa Azadiya Rojava mezin dibe, tim xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe yên civakî derdikeve. Hevrêyê me yê ku li Rojavaya lê paradîgmaya civaka demokratîk ya Rêber Apo dikeve meriyetê, xwedî li nirxên komunal û prensîbên azadiyê derdikeve, gihîşt wê baweriyê ku divê şoreşa heyî tevî hemû şert û mercan jî were parastin. Hevrêyê me yê ku ji serdema ciwantiya xwe û pê ve zêdetir xwe kûr dike, weke gava destpêkê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cihê xwe digire. Di hesasiyeta birêxistinkirina hemû ciwanên Rojava, birêxistinkirina li hemberî polîtîkayên şerê taybet û parastina destkeftiyên gelê me de bû xwediyê ked û hewleke mezin. Cihgirtina birayê wî û hevrêyê me Şevger-Sîpan Osman a di nava refên berxwedanê de û şehadeta wî ya di encama êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê ya sala 2018’an de dibe sedem ku kûrbûnên hevrêyê me Şevger zêdetir bibin.
Hevrêyê me yê ku dizane zindîhiştina bîranên şehîdan girêdayî pêkanîna xeyalên wan in, bi vî awayî ji bo tolhilanîna birayê xwe Şehîd Şevger tevlî nava refên berxwedanê dibe. Hevrêyê me Şevger ê ku hem navê birayê xwe li xwe dike û hem jî çeka wî hildigire, bi coşeke mezin tevlî têkoşînê dibe. Hevrêyê me yê ku xwe di gelek waran de pêş dixe, dibe şervanekî azadiyê yê profesyonel. Hevrêyê me Şevger ê ku tecrûbeyên bi salan ên di şerê li hemberî çeteyan û dewleta Tırk a dagirker de hatine bidestxistin di demeke kurt de bi dest dixe, xwe ji hemû aliyan ve ji bo pêvajoya şer û têkoşîneke mezin amade dike. Hevrêyê me yê ku ji ber şehadeta birayê xwe ya di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de li hemberî dewleta Tirk li cem hêrseke mezin peyda dibe, yek ji mezintirîn armanca xwe weke şerkirina li dijî dewleta Tirk diyar dike. Hevrêyê me yê ku ji ber vê yekê roj bi roj kûrbûnên xwe zêdetir dike, digihîje wê baweriyê ku wê vê yekê herî baş bi tevlîbûna nava refên gerîlayan pêk bîne. Girêdayî vê yekê di pêvajoya ku dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medayayê dike de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.
Hevrêyê me Şevger ê ku piştî tevlî nava refên gerîlayan dibe beşdarî perwerdeyan dibe, bi vî awayî di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Hevrêyê me yê ku ji ber ku di warê leşkerî de xwediyê tecrûbeyên zêde ye û zêdetir berê xwe dide felsefeya jiyana azad a Rêber Apo, di kesayeta xwe de taybetmendiyên milîtaniya Apoyî diafirîne. Hevrêyê me yê ku bi vî awayî terzeke fedaî bi dest dixe, bi awayekî bê sebir li bendê dimîne ku derbasî qadên lê şer dijwar e, bibe. Hevrêyê me yê ku derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe, li vir daxilî berxwedana bêhempa ya li Qada Brxwedanê ya Girê Biharê dibe. Hevrêyê me Şevger ê ku di nava tîmên gerok de cih digire, di nirxandineke xwe de tîne ziman ku mezintirîn armanca wî tolhilanîna hevrêyên xwe yên şehîd, şikandina êrîşên li ser qadên gerîlayan û dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hevrêyê me yê ku bi vî awayî bi coş, moral û kelecaneke mezin berê xwe dide têkoşînê, di hemû kêliyên jiyana xwe de dikeve nava kûrbûnên derblêxistina dijminî.
Hevrêyê me Şevger ê ku girêdayî vê yekê cihê xwe di nava berxwedaneke bibandor a li Qada Berxwedanê ya Girê Biharê ya di 7’ê Tebaxa 2024’an de digire, di cezakirin û birîndarkirina bi dehan dagirkeran de rola xwe ya pêşeng lîst. Hevrêyê me yê ku bi cesareteke mezin bi ser dijmin de meşiya û hêrsa di dilê xwe de nîşanî dijminî da, heya nefesa xwe ya dawîn şer dike û tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Şevger ê ku ji roja ewil a tevlî têkoşînê dibe û heya şehadeta xwe tim û tim girêdayî nirxên azadiyê yên ji aliyê Rêbertiya me û şehîdên me yên leheng ve hatine diyarkirin, dimîne, bi saya kesayeta xwe ya durist û jidil li dîroka azadiya gelê me me navê xwe bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Weke hevrêyên wî di serî de hevrêyê me Şevger, em soz didin ku em ê bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad zindî bigirin.
27’ê Cotmeha 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





