Hevrêyê me Azad Minbic, weke ewladekî hêja yê gelê me yê Ereb li bajarê Minbic ê Sûriyeyê ji dayîk dibe. Li rex Çemê Firatê weke ferdekî malbateke welatparêz mezin dibe.

Hevrêyê me şeş salan dixwîne û piştre dev ji dibistanê berdide û weke karker hêsinkariyê dike. Di sala 2011’an de dema ku pêvajoya bihara gelan pêş dikeve li gel destwerdana hêzên hegemonîk li Sûriyeyê gelek komên çeteyan derdikevin holê. Sûriye vediguhere cihê çeteyên hov û ev çete herî zêde jî gelên li ser van xakan aciz dikin. Bajarê Minbic ê ku hevrêyê me Azad lê ji dayîk dibe û mezin dibe, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê dagirkirin. Rûbirûmana zulma çeteyan a li hemberî malbata wî û şahidiya hovîtiya ku li kolalan rû dide bandoreke mezin li hevrêyê me dikin. Azadkirina bajarê Minbicê ya ji aliyê Hêzên Azadiyê yên Rojvava ve ya di sala 2016’an de û paqijkirina ji çeteyên DAÎŞ’ê, ji bo hevrêyê me Azad dibe destpêka azadiyê. Piştî pêngavê ji tariyê ber bi pêşerojeke ronî ve naskirina hevrêyê me Azad a hêzên azadiyê bandoreke mezin lê dike. Hevrêyê me Azad ê ku bi qasî însanên ku xwe bi fikrên Rêber Apo birêxistin kirine û saziyên ku bi hişmendiya neteweya demokratîk tev digerin, nas dike, li hemberî îdeoojiya Apoyî li cem sempatiyeke mezin peyda dibe. Ew jîweke neferekî vê Tevger û têkoşînê ji bo têkoşînê bimeşîne beşdarî xebatên ciwanên welatparêz dibe. Her çend dixwaze beşdarî xebatên leşkerî yên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe jî ji ber ku temenê wî biçûk e ev daxwaza wî nayê qebûlkirin. Hevrêyê me Azad jî bi tu awayî dev ji vê daxwaza xwe bernade û beşdarî xebatên cuda yên şoreşê dibe û li benda roja ku derbasî nava hêzên leşkerî bibe, ma.

Hevrêyê me Azad ê ku di sala 2018’an de li Kobanê beşdarî şoreşê dibe, bi kelecan û xwestekeke mezin têkoşîna parastina şoreşê û mezinkirina nirxên xwe da meşandin. Bi dilsoziyeke mezin a ji îdeolojiya Apoyî û Rêber Apo re erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşê hembêz kirin. Di şexsê kadroyên Apoyî de bi dîtina însanên azad, biexlaq û nû re mest dibe û ji bo ku ew jî nebe kesekî jirêzê dixwaze di meşa şoreşê de weke milîtanekî Apoyî rola xwe bilîze. Girêdayî vê yekê heya sala 2022’yan li Kobanê, Dêrazor, Hesekê û herêmên Firatê bi awayekîçalak pratîk meşandin. Xwe di warên îdeolojîk, çandî, rêxistinî û leşkerî de pêş xist. Bi jêhatîbûn û zekaya xwe ya pratîk di taktîka sabotajê de gelekî pêş xist. Di pêvajoya têkoşîna xwe ya bê navber de birîndar dibe, lê belê di demeke kurt de birînên xwe sax dike û meşa xwe ya şoreşê didomîne.

Dema ku dibîne dewleta Tirk a dagirker dijminahî û êrîşkariya herî mezin li Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hevrêyê me Azad jî sond dixwe ku li hemberî vî dijminî şer bike. Girêdayî vê yekê di sala 2022’yan de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û tevlî nava refên PKK’ê dibe. Hevrêyê me Azad ê ku karekterê PKK’ê yê enternasyonalîst dizane, fêm dike û bi hemû» hebûna xwe qebûl dike, weke gerîlayekî enternasyonalîst ji bo azadiya gelan bi awayekî bêyî dudilî beşdarî têkoşînê dibe. Weke ewladekî gelê me yê Ereb ê wêrek li gel neferên fedaî yên gelê Kurd di demeke kurt de adapte dibe û hînî gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê dibe. Bi saya tecrûbe, zanîn, coşû kelecana xwe her wekî ku bi salan e li çiyayan gerîlatiyê dike, xwe di demeke kurt de pêş dixe. Beşdarî têkoşîna li çiyayên Kurdistanê dibe û rola xwe dilîze. Piştî ku salan bi xwestek û biryardariyeke mezin têkoşînê dimeşîne sekna xwe ya heyî kêm dibîne û biryara fedaîbûnê distîne. Ji fedaiyên ku di nava refên PKK’ê de dibîne, ji lehengên ku çalakiyên fedaiyane pêk tînin bandor dibe, çav li wan dike, biryarê dide ku weke wan be û di sala 2024’an de pêşniyar dike ku derbasî Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me Azad ê ku pêşniyara wî tê qebûlkirin, bi ruhekî fedaî yê Apoyî di nava xebatên Hêzên Taybet de cihê xwe digire.

Hevrêyê me Azad, bi îdîaya xwe ya bilind a têkoşînê, tempo û îradeya xwe ya saxlem dibe xwediyê tevlîbûneke bihêz. Li hemû deverên lê dimîne rengê xwe yê resen nîşan dide, di dilê hevrêyên xwe de dibe xwediyê cihekî mezin û bi sekn, jidilî û hevrêtiya xwe ya kûr li her derê şopa xwe dihêle. Hevrêyê me Azad ê ku ji bo xwe bigihîne kesayeta milîtaniya fedaî gelekî li berxwe dide, li şûna beşdarî pêvajoya perwerdeyê bibe, dixwaze beşdarî pratîka şer ya bi awayekî, fedaiyane tê birêvebirin, bibe. Beşdarî berxwedana li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê dibe û erk û berpirsiyariyan digire ser milên xwe. Hevrêyê me Azad, li bejahî û tunelên şer û nava tîmên gerîlayên pispor de cihê xwe digire û bi ruhekî fedaî yê Apoyî hewl da erka xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Azad, di 29’ê Tîrmeha 2024’an de dema li ser erka xwe bû di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Azad Minbic, weke ewladekî wêrek ê gelê me yê Ereb beşdarî şoreşê bû, piştre li çiyayên Kurdistanê bû gerîla û ev yek jî kêm dîtin û biryara fedaîbûnê stand. Beşadrî Hêzên Taybet bû û ev biryara xwe bi xîret û kedeke mezin di paratîka xwe de jî nîşan da. Li Qada Berxwedanê rola xwe lîst, bi lehengî gihîşt şehadetê û navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde kir. Girêdayî bingeha tiştên ku em ji Rêber Apo fêr bûne, baweriya me ji xwişk-biratiya gelan û neteweya demokratîk re bi saya lehengên fedaî ên weke hevrêyê me Azad xurttir bûye. Em soz didin ku em ê tu caran hevrêyê xwe Azad ê ku bêyî dudilî têkoşîna azadiya gelan mezin kiriye, ji bîr nekin û wê bîranîna wî di nava xwişk-biratiya gelan de tim û tim zindî be.

27’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me