Hevrêyê me Rojhat, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe.

Hevrêyê me yê ku li Makûyê mezin dibe lê welatparêziyeke kûr heye û ji bo têkoşîna me jê gelek tevlîbûn çêdibin, weke kesekî girêdayî nirxên xwe mezin dibe. Welatparêzî û dilsoziya malbatawî ya ji kevneşopiyên xwe re bûn wesîle ku li gel hevrêyê me jî kesayeteke welatparêziyê peyda bibe. Hevrêyê me yê ku neh salan diçe dibistanên pergalê û tevî polîtîkayên asîmîlekirinê yên pergalê jî cewhera xwe diparêze, hê di zarokatiya xwe de li gel şahidbûna tiştên ku dewlet li Kurdistanê pêk tîne, li dijî pergalê hêrsek li cem peyda dibe. Ji bo têkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek karên cuda de dixebite. Ji aliyê malbat û derdora xwe ve dibe xwediyê kesayeteke rêzdar. Hemû caran karî aliyê xwe yê kedkar biparêze. Hevrêyê me yê ku tevî temenê xwe yê ciwan jî dikeve nava lêpirsîn û lêgerînên kûr, her çend pergalê nas dike sempatiya wî ya ji têkoşîna me ya azadiyê re jî zêde dibe. Ji berxwedana destanî ya Tevgera me ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bandor dibe û li hemberî gerîlayên ku bi fedaiyane şer dikin û destanên lehengiyê dinivîsin heyraniyeke mezin li cem peyda dibe. Hevrêyê me yê ku îdeolojiya Partiya me û felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me mereq dike, lêgerînên xwe kûrtir dike. Hevrêyê me yê ku biryarê dide tevlî nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya hêviya hemû gelên bindest e û ji her neteweyî jêre tevlîbûn çêdibin, bibe, jiyana jirêzê ya di nava pergalê de qebûl nake û ji bo ku xwe bigihîne çiyayên azad kedeke mezin nîşan dide.

Hevrêyê me di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe û ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hevrêtiya germ a gerîlayên ku dibîne hêzeke mezin distîne. Hevrêyê me yê ku daxilî perwerdeya şervanên nû dibe, bi saya daxwaza hînbûnê û tevlîbûna xwe ya bikelecan tevlîbûneke mînak nîşan da. Bi perwerdeyên ku dibîne xwe di hemû waran de xist nava lêpirsînekê. Piştî demeke kurt adapteyî jiyana Partiyê dibe, tevlîbûneke xurttir nîşan da. Hevrêyê me yê ku li gel dersên dibîne derfeta baştir a Partiya me bi dest dixe, bi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike. Piştî perwerdeya şervanên nû li herêma Xakurkê di nava xebatên Partiyê de cihê xwe digire. Hevrêyê me yê ku ji xwezaya herêma Xakurkê gelekî bandor dibe, di xebatên pratîkî de bi saya taybetmendiya xwe ya kedkar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Bi saya hevrêtiya xwe ya jidil û fedaîbûna xwe di hemû xebatan de alîkarîkirina hevrêyên xwe ji xwe re weke erkekî nirxand. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin, xwest erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Hêrsa xwe ya li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên tasfiyekirina Tevgera me û çewisandina gelê me yê welatparêz mezin dike û xwest derbasî qadên ku lê şer dijwar e, bibe. Bi hêza ku ji berxwedama destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya hemû teknîk û teqemeniyên dijmin ên qedexekirî pûç kirin û bi îradeyeke Apoyî li ber xwe didin, distîne, xwe ji erkên herî jijwar re amade kir. Hevrêyê me yê ku li herêma Xakurkê di gelek xebatan de cihê xwe digire û bi keda xwe tê naskirin, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhilanîna hevrêyên xwe yên şehîd dixwazexwe di warên leşkerî de pêş bixe, di nava çalakiyan de cihê xwe digire. Piştî hemû çalakiyên serkeftî yên li dijî dijmin hatine lidarxistin, armanca xwe mezintir dike û tevlîbûneke bêyî dudilî nîşan da.

Hevrêyê me Rojhat ê ku li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Xakurkê mîsyona xwe ya dîrokî bi cih tîne û rênîşanderiya hevrêyên xwe dike, di 24’ê Tebaxa 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em diyar dikin ku em ê tim û tim bîranînên hevrêyên xwe Rojhat zindî bigirin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

27’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me