Hevrêyê me Dilêr ê ku li Bokan a ku li dijî dagirkeran hemû caran hesas e û bi welatparêziya xwe ya kûr têkariyeke mezin li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dike û bi sedan ciwanên wê tevlî nava Tevgera me dibin, ji dayîk dibe, bi hişmendiya welatparêziyê mezin dibe.

Hevrêyê me yê ku bi exlaq û terbiyeya ji malbata xwe digire mezin dibe, di zarokatiya xwe de derfeta naskirina Partiya me bi dest dixe. Hevrêyê me weke hemû zarokên Kurd ew jî di salên dibistanê de dikeve nava makokiyan û hemû caran çanda xwe diparêze. Hevrêyê me yêku tevî polîtîkayên asîmîlekirin û dejenekirinê yên pergalê jî hemû caran girêdayî nirxên xwe ye, li gel mezinbûnê ji bo ku ji nakokiyên xwe re bersivekê peyda bike dixwaze Tevgera me ji nêz ve nas bike. Hesasbûna hevrêyê me ya li hemberî geşadanên di nava civaka xwe de dibe sedem ku bikeve nakokiyan. Hevrêyê me yê ku fêm dike jiyana Apoyî ji hemû qirêjiyên pergalê dûr e û jiyaneke sade û xwezayî ye, dibe heyranê jiyana gerîlayan. Hevrêyê me yê ku ferq dike azadî derveyî pergalê ye û bi xwejêrizgarkirina pergalê pêkan e, dixwaze têkiliyê bi Tevgera me re ava bike. Hevrêyê me yê ku hemû rojeva têkildarî Partiya me ji nêz ve dişopîne, ji şehadeta fedaiyane ya hevrêyên me yên ku li Kurdistanê di berxwedana pêşengtiya gerîlayan de pêş dikeve, bandor dibe. Bi taybetî jî ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî destkeftiyên gelên me yên li Rojava, Şengal û Başûr û li hemberî vê yekê lehengiyên ku di encama ruhê seferberiya partiya me PKK’ê daye destpêkirin, derdikeve holê gelekî bandor dibe. Ji têkoşîna milîtanên Apoyî yên bi ruhekî fedaî û îradeyeke Apoyî çeteyên DAÎŞ’ê tune dikin, bandor dibe û biryara tevlîbûnê distîne. Hevrêyê me pê dihese ku tekane cihê ku ji lêgerîn û nakokiyên wî re bibe bersiv refên Partiya me ne. Hevrêyê me yê ku xwediyê gelek derfetên jiyana moderniteya Kapîtalîst e, derfetên pergalê red dike û berê xwe dide mekanên gerîlayan ên pîroz.

Hevrêyê me yê ku di sala 2020’an de li ser Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan dibe, çawa ku ber bi jiyana Apoyî ve yekem pêngava xwe diavêje ji hevrêtiya gerîlayan bandor dibe. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de adapteyî jiyana kollektîf a di nava gerîlayan de û şert ûmercên dijwar ên çiyayan dibe, daxilî perwerdeya şervanên nû dibe. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xweya ji dersên leşkerî û îdeolojîk re dibe şervanekî nû yê mînak, bersiva pirsên lê digeriya di perwerdeyan de dibîne. Hevrêyê me yê ku zû bi zû fêm dike û bi azweriya xwe ya fêrbûnê balê dikşîne ser xwe, piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêyê me yê ku bi azweriya xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe tim dixwaze di eniyên herî pêş de cihê xwe bigire, di demeke kurt de tecrûbeyên têkildarî jiyana gerîlayan bi dest dixe. Tevî ku gerîlayekî nû ye jî ji bo ku derbasî qadên ku lê gerîla li dijî dijmin têkoşîneke destanî dimeşînin bibe, israr dike. Tevlîbûna bi moral a di jiyanê de û kûrbûnên wî yên îdeolojîk dibin wesîle ku têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me yê ku dixwaze bi awayekîçalak di nava şerê heyî de cihê xwe bigire û tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne, bistîne, xeta fedaîbûnê ji xwe re esas digire. Hevrêyê me ji bo ku di bin Hêzên Taybet de di nava xebatên Partiyê de cihê we bigire pêşniyaran dike. Hevrêyê me yê ku dizane fedaîtî cewhera Partiya me ye û ji bi layiqbûna ji şehîdan re daxilî perwerdeyên Hêzên Taybet dibe, di perwerdeyan de jiyana hevrêyên me yên çalakiyên fedaî pêk anîne ji xwe re dike rênîşander. Hevrêyê me yê ku ji pêvajoyeke perwerdeyê ya dijwar re derbas dibe, ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr dike û tecrûbeyên leşkerî bi dest dixe, piştî ku perwerdeya xwe temam dike, israr dike ku derbasî qadên şer lê dijwar e bibe. Hevrêyê me Dilêr ê ku tevlî xebatên Partiyê yên li Eyaleta Şehîd Delîl Zagros dibe, bi kesateya xwe ya pêşketî û mutewazî ji aliyê hemû hevalên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me yê ku di nava tîmên bi tevger û xebatên binesaziyê de kedeke mezin nîşan dide, li gorî ruhê serdemê tevgeriya.

Hevrêyê me Dilêr ê ku dilsoziya ji bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd re ji xwe re weke deynekî dibîne, bi hemû taybetmendiyên xwe karî bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya hevrêyê me Dilêr ê ku di 31’ê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bûye, dewrî me kiriye, di şexsê wî de bi hişmendiya layiqbûna ji hemû şehîdan re bi serkeftinê tacîdar bikin.

27’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me