Hevrêyê me Milîtan, li navçeya Bismil a Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Xwedî li nirxên welatparêziya dêrîn ên gelê me yê Amedê û taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk yên gelê Kurd derket û wisa mezin dibe.

Ev nirxên exlaqî û civakî bandor li hest û ramanên hevrêyê me Milîtan kirin û karekterê wî ava kirin. Bi taybetî jî tevlîbûna xalê wî hevrêyê me Mahîr – Eşref Akyildiz ya ji bo naca refên gerîyayan ya di sala 1994’an de û şehadeta wî ya di sala 1996’an de ya li Bagoka girêdayî Mêrdînê bandoreke mezin li hevrêyê me Milîtan dike. https: //sehidjiyane.com/ku/2024/11/22/mahir-esref-akyildiz/  Her çend xalê xwe yê tevlî karwanê şehîdan bûye, nedîtibe jî lehengî û têkoşîna wî ya şoreşger dilê wî feth dike. Ew jî ji bo ku rojekê mezin bibe û li ser şopa xalê xwe bimeşe, xeyalan dike.

Hevrêyê me Milîtan ê ku neh salan diçe dibistanê, piştre dev ji dibistanê berdide û weke kedkarekî dixebite. Hevrêyê me ji aliyekî ve dixebite û ji aliyekî ve jî bi hesasî geşedanên têkildarî têkoşîna azadiya gelê xwe dişopîne. Hevrêyê me Milîtan ê ku tim dixwaze tevlî nava têkoşînê bibe, beşdarî xebatên ciwanên şoreşger dibe. Piştî ku demekê dixebite ji bo ku tempoya têkoşîna xwe zêde bike û bibe şoreşgerekî profesyonel di sala 2017’an de dixwaze tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe. Lê belê dijmin ferq dike, wî binçav dike û ew hewldana wî têastengkirin. Lê belê hevrêyê me Mılîtan, astengiya ku dijmin derdixe pêşiya wî nas nake û dikeve nava lêgerînên rê û rêbazên cuda. Bi jêhatîbûn û zîrekiya xwe di sala 2018’an de rêya tevlîbûna nava têkoşînê peyda dike û dikare xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê.

Li çiyayên Kurdistanê di destpêkê de di bin siya Komalên Ciwan de li Akademiya Ciwanan a Şehîd Elî Çîçek perwerdeyê dibîne. Weke şoreşgerekî profesyonel navê Navdar Şerzan li xwe dike û bi vî navî dest bi têkoşînê dike. Lê belê piştre navê xwe yê Navdar Şerzan diguherîne û navê xizmê xwe yê nêz ê di sala 2022’yan de tevlî karwanê şehîdan dibe fedaiyê Apoyî Milîtan- Ahmet Yavûz li xwe dike. https://www.hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/item/8124-militan-heqi-ahmet Yavuz Hevrêyê me Milîtan ê ku perwerdeya xwe ya li akademiya ciwanan bi serkeft temam dike, ji bo fêrbûna gerîkatiyê û hînbûna rê û rêbazên xweparastina li çiyayên Kurdistanê û têkoşînkirinê daxilî perwerdeya şervanên nû dibe. Piştî ku perwerdeya xwe ya li vir jî bi awayekî serkeftî temam dike, li qadên Garê, Metîna û Heftanînê pratîkê dimeşîne. Bi cesareteke mezin beşdarî Berxwedana Cenga Heftanînê dibe û hewl dide rola xwe bilîze. Piştî ku li qada şerî pratîkê dimeşîne ji bo ku xwe di taktîkên segvaniyê de pêş bixe li akademiya leşkerî perwerdeyan dibîne. Hevrêyê me tecrûbeya xwe ya di Berxwedana Cenga Heftanînê de di perwerdeyê de kûrtir dike, dike armanc ku xwe bigihîne gerîlatiya modetnîteya demokratîk û xwe ji erkên serdema nû re amade dike.

Hevrêyê me Milîtan ê ku xwe li ser terz û taktîka serdema nû kûr dike û xwe gelekî pêş dixe, ji bo ku li qada şerî cih bigire gelekî israr dike. Di encama israr û ferzkirinên xwe, bi xwe derbasî herêma Metînayê dibe. Hevrêyê me Mılîtan ê ku bi dil û can girêdayî şehîdan e, ji bo tolhilanîna hevrêyên xwe Mahîr û Milîtan ku xizmên wî yên nêz in û gelek hevrêyên xwe yên li cem wî şehîd bûne, beşdarî berxwedana li Metînayê ya dîrokî dibe. Di salên 2023 û 2024’an de li Metînayê pêşwaziya êrîşên dijmin dike, bi îradeya xwe ya fedaî ya Apoyî têdikoşe, têkariyê li gelek çalakiyan dike û rola xwe ya dîrokî dilîze. Hevrêyê me Milîtan ê ku jêhatî, xwe pêş dixe û ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, di berxwedanê de erk û berpirsiyariyan digire ser milên xwe. Di xebatên şerî de berpirsiyriyan digire ser milên xwe û karî heqîqeta şerî û berxwedana hevalên xwe ya dîrokî ji fermandariya xwe ya bilind û yekîneyên me yên çapemeniyê re ragihîne. Tevî hemû astengiyên dijmin jî di ragihandina rastiyên têkildarî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya de ya ji gelê me û hemû raya giştî re dibe xwediyê kedeke mezin.

Hevrêyê me Milîtan, dema ku li Mewziya Şehîd Sabrî a girêdayî Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya li herêma Metînayê li ser erka xwe bû, di 4’ê Tebaxa 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Milîtan ê ku ji serî heya binî fedaiyekî Apoyî ye, weke bîrdardiya cesaretê ye û dibe navê meşa lehengiyê, bi rastî jî karî weke navê xwe bijî û navê xwe li dîroka têkoşîna me da nivîsandin. Em soz didin ku em ê kesayeta hevrêyê xwe Milîtan, karekterê wî yê resen, hevrêtiya wî ya jidil, kêfxweşiya wî ya jiyanê ya bihêz û esareta wî ya di nava şerî de ji xwere bikin mînak, têkoşîna wî teqez bighînin serkeftinê û bîranînên wî zindî bigirin. 

27’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me