Hevrê Dijwar li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Şehbayê ji dayik bû. Malbat û derdora wî welatparêz bûn û dilsozê nirxên neteweyî bûn, ku ev yek hestek kûr a welatparêziyê di wî de pêşxist.
Hevrê Dijwar ji ber di temenê xwe yê biçûk de bi çîrokên têkoşîna destanî ya gerîla mezin bû, gelek ji gerîlayan hez dikir. Hevrêyê me, ku bi çand û nirxên Kurdewarî mezin bû, her tim li hember Partiya me xwedî sempatiyek mezin bû. Tevî ku demekê li dibistanên rejîma Baasê xwend jî, wî israr kir ku nasnameya xwe ya rastîn li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergalê biparêze. Hevrê Dijwar li dijî hişmendiya yekreng a dewletê, xwe nêzîkî Tevgera me ku cudahiyan wekî çavkaniyek dewlemendiyê dibîne, hîs kir. Ji ber Rêbertî bi salan li Rojava mabû û gelê me bi hezaran ewladên xwe fedayê têkoşîna me kirine, bû wesîle ku lêgerîna hevrêyê me xurtir bibe. Ji ber şehadetên hatine dayîn û êrîşên dijmin, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet wîjdana xwe lêpirsîn kir. Tevî ku temenê wî biçûk bû û nedikarî di her xebatê de cih bigire jî, dilê wî her tim ji bo jiyaneke şoreşgerî diavêt. Hevrêyê me, ku ji aliyê malbat û civaka xwe ve dihat hezkirin û hurmet girtin, bi kesayetiya xwe ya gihîştî û dilsoz bandor li derdora xwe kir. Ji malbateke ku xwe dispêre keda giran dihat û bi çandiniyê re mijûl dibûn. Ji ber vê yekê wî her tevkariya debara malbata xwe dikir. Di salên xwe yên ciwaniyê de lêhûrbûnên kûr di her alî de jiya, li ser vê bingehê hevrêyê me fêm kir ku bersiva lêgerîna wî di têkoşîna Partiya me ya ji bo azadî û demokrasiyê de ye. Hevrêyê me pêşî di hin xebatan de cih girt, lê wî îdîaya xwe berfirehtir kir û biryar da ku beşdarî xebatên asta kadro bibe.
Hevrê Dijwar, ku di sala 2014’an de tevlî nava refên partiyê bû, piştî perwerdehiyê beşdarî xebatên Partiyê bû. Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser destketiyên gelê me li Rojava û deverên derdora wê, hişt ku hevrêyê me zû di şer de cih bigire. Îradeya Apoyiyan a ku di Berxwedana dîrokî ya Kobanê de derket holê, ew pir bandor kir. Wî hewl da ku vê îradeyê di kesayetiya xwe de temsîl bike. Ji bo vê armancê, wî bê dudilî cihê xwe li eniyên herî dijwar ên şer girt. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de hunera leşkerî bi dest xist, di operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de weke şervanekî leheng hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Tevî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker jî, projeya konfederalîzma demokratîk a li Rojava hatî damezrandin hêvî da gelên bindest. Hevrê Dijwar di vê pêvajoyê de bû yek ji kadroyên Tevgera me ku ji bo mayîndebûna Şoreşa Rojava bedelên giran da. Di nava şer de pêş ket û berpirsyarî girt. Beşdarî gelek operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bû û birîndar bû. Lê tevî birîndariya xwe jî israr kir ku vegere eniyên pêş. Piştî dermankirinê bi biryardariyek mezintir berê xwe da herêmên şer. Hevrêyê me ji bo pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûn, pêşniyar kir ku derbasî çiyayên azad bibe. Hevrê Dijwar ê ku perwerdeya îdeolojîk dît, hem ji bo bikaribe xwe di taktîkên demê de xurt bike û hem jî ji bo ku bersivê bide êrîşan lêhûrbûnên kûr jiyan. Li vir zanîn û jêhatîbûneke leşkerî û îdeolojîk bi dest xist û weke milîtanek fedaî yê Apoyî xwe ji bo her peywirê amade kir. Wî dilsoziyeke kûr ji bo hevrêyên xwe, fermandarên fedaî Andok Adil (Ramazan Bilal) û Nûrî Yekta (Cevat Etarek), ku ew ligel wan li Heleb şer kir, hîs dikir. Di yek ji nirxandinên xwe de, wî biryardariya xwe wiha anî ziman, "Ez dixwazim bi ruhê êrîşkar ê hevalên me yên şehîd bersivê bidim pêvajoyê." Li ser vê bingehê, derbasî herêma Zapê ku dagirkeran windahiyên giran lê dan û berxwedaneke qehremanî lê hate dayîn bû.
Li dijî operasyonên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li herêma Zapê hatin meşandin, hevrê Dijwar hêz û îradeya Apoyî ya ku nayê şikandin nîşan da. Bi taktîkên ku bikar anî û pisporiya ku bi dest xist, rê li ber derbasbûna dijmin girt. Bi tevlîbûn û çalakiya xwe ya li herêma Zapê, bi meşa di xeta fedaîbûnê de navê xwe di dîroka têkoşînê de nivîsand. Em careke din soza dubare dikin ku em ê bîranîna hevrê Dijwar, ku di 24’ê Tebaxa 2024’an de li herêma Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû, her tim biparêzin û em ê xeyalên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.
27’ê Cotmeha 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





