Hevrê Hêlîn li bajarê Minbicê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava malbateke Ereb de ji dayik bû. Ew di nav civakekê de mezin bû ku dilsozê nirxên xwe bû û demekê li dibistanên rejîmê xwend.

Tevî polîtîkayên perwerdehiyê yên mêtinger û nijadperest ên rejîma Baasê, hevrê Hêlîn her gav hurmet li gelên din ên ku ew bi wan re dijiya nîşan da. Dema ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, Minbic ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin. Di vê demê de, tevî ku DAÎŞ îdia dikir ku ew bi navê Îslamê tevdigere jî, wê rûyê wan ê rastîn dît û ji ber zilm, êşkence û komkujiyên ku wan li ser gel pêk anîn, pir hêrs bû. Ji aliyekî din ve, hevrê Hêlîn şahidiya Şoreşa Azadiya Rojava ku hemû gel û baweriyan li ser bingeha azadiyê dicivîne û wan di nava aştiyê de didomîne, hêviyên wê yên azadiyê her tim zindî hişt. Minbic di sala 2016’an de ji aliyê hêzên azadiyê yên Rojava ve ji dagirkeriya DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Di vê demê de, hevrê Hêlîn hêzên azadiyê ji nêz ve nas kir û bi taybetî ji sekna pêşengiya jinan bandor bû. Wekî jineke Ereb, wê berpirsiyariyek li hember gelê xwe hîs kir û di sala 2017’an de cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt.

Heval Hêlîn demekê perwerdehiya leşkerî dît. Di vê pêvajoyê de, ezmûnên ku li dijî çeteyan bi dest xistiye xurttir kir. Hevrêya me ku di vî alî de bû xwedî hewldan û kedek mezin, ji bo hevrêyên xwe jî bû mînak. Her wiha perwerdehiya îdeolojîk û siyasî jî wergirt. Wê derfet dît ku felsefeya Rêber Apo, ku hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike yek, çêtir fêm bike. Ew bi hêza îdeolojîk û rêxistinî ya Rêber Apo bandor bû, analîz û nirxandinên wî, bi taybetî yên di derbarê azadiya jinan de, hîn bû û di jiyana xwe de bi pratîk kir. Hevrê Hêlîn, dema ku dît ku jinan bi Şoreşa Azadiya Rojava re pêşketinek mezin pêk anîne û di her aliyê jiyanê de bûne pêşeng, fêm kir ku ev yek bi saya felsefeya azadiyê ya Rêber Apo pêkan e. Ji ber vê yekê, ket ferqa ku divê ew layiqê keda Rêbertiyê me be û divê têkoşîna xwe li dijî hemû êrîşên li ser herêmên azadiyê ku bi berdêlên giran hatine avakirin xurttir bike. Li ser vê bingehê, ew bi taybetî li herêma Dêra Zorê tevlî gelek çalakî û operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Wê di têkbirina çeteyan û jiholêrakirina îdiayên wan ên xîlafetê de roleke girîng lîst. Wêrekiya wê û rola wê ya pêşeng di şer de rê li ber azadkirina gelek jinên Ereb vekir. Di sala 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker tiştê ku çeteyên wê nekarîn bi êrîşan bi dest bixin bixwe êrîşê Serêkaniyê û Girê Spî kir. Hevrêya me di vê demê de berê xwe da Serêkaniyê û li vir tevlî berxwedana destanî bû. Wê derfet dît ku rastiya dewleta Tirk, dijminê gel, ji nêz ve nas bike. Dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, komkujiyên li ser gelê me hatine kirin û koçberkirina bi darê zorê ji warên wan, ku bi hezaran salan lê jiyane, hêrsa hevrê Hêlîn li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde kir. Ji ber vê yekê, wê li derfetekê geriya ku hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk veguherîne têkoşînek bibandortir. Hevrêya me gihişt wê encamê ku dikare vê têkoşînê herî baş li çiyayên Kurdistanê bimeşîne. Di heman demê de, bi berxwedana destanî ya ku gerîlayan li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî dewleta Tirk a dagirker pêşxistine, bandor bû. Hevrê Hêlîn piştî lêhûrbûneke kûr biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrê Hêlîn, ku bi heybeta çiyayên Kurdistanê bandor bû, ji ber dereng tevlîbûna xwe zora wê diçû. Ji bo ku dema windabûyî telafî bike, ew bi hewildan û fedakariyeke mezin tevlî jiyana gerîla bû. Ew bi hevrêtî û jiyana komunal a gerîlayan pir bandor bû û ji bo bibe endamek çalak a vê jiyanê, lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêya me ku pîvanên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de dida rûnişkandin, bû gerîlayeke YJA Star a dihat hezkirin û hurmet girtin. Tevî ezmûna xwe ya leşkerî, wê dizanibû ku divê xwe di taktîkên şer ê gerîla de pêş bixe û li ser vê bingehê di demeke kûrt de di gelek taktîkên gerîla de xwe pêş xist. Ew di warê pêkanîna van taktîkên îsbatkirî û bibandor de di şerê li dijî dagirkeran de, bi israr û bi coş bû. Biryardariya wê ya xurt di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker de, kir ku hevrêyên wê qanih bibin ku ew derbasî herêma rojavayê Zapê bibe. Hevrê Hêlîn armanca xwe ya çûna herêma Şehîd Delîl bi zelalî anî ziman. Wê dixwest têkoşînekê bide meşandin ku layiqê ruhê berxwedanê yê hevrêyên me Rûken, Sara, Erdal, Rojhat û yên din ên ku ber bi şehadetê ve meşiyan be. Xwest ji dijminê ku cenazeyên zarokan di qutîkan de radestî malbatan wan dikir, tolê hilîne. Bi têkoşîna xwe, armanc kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi dest bixe û tevlîbûn û xebata xwe roj bi roj berfirehtir kir. Sekin û tevlîbûna wê ya bi rengekî fedaî ji bo hemû hevrêyên wê bû mînak. Hevrê Hêlîn, ku di her kêliyê de di aliyê hest de bi Rêber Apo re dijî û xeyal dikir ku pê re hevdîtinê bike, bawer dikir ku ev tenê bi serketinê dikare were bidest xistin. Ji ber vê yekê hewl da ku di kesayetiya xwe de ‘gerîlatiya serketî’ ava bike. Hem hewl da êrîşên dijmin yek bi yek têk bibe û hem jî gav bi gav pêş ket. Armanca wê dijmin ji herêmên dagirkiriye bi temamî derxistin bû. Hevrê Hêlîn, ku hewildan û fedakariya wê di vî warî de pir mezin bû, bi sekna xwe karîbû ji bo hemû hevrêyên xwe bibe çavkaniya hêz û moralê.

Hevrê Hêlîn di 20’ê Mijdara 2024’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ligel hevrê Lêgerîn di êrîşa dijmin de şehîd bû. Ew wek milîtana jin a enternasyonal mohra xwe li têkoşîna me ya azadiyê da. Weke hevrêyên wê, em soz didin ku em ê Kurdistana azad a ku hevrê Hêlîn xeyala wê dikir pêk bînin û warek ku hemû gel û bawerî bi hev re di şert û mercên wekhev de bijîn, ava bikin.

27’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me