Hevrê Lêgerîn wekî endama malbatek welatparêz ê Wêranşarê ya Rihayê li Elmanyayê ji dayik bû. Piştre bi malbata xwe re vegeriya Kurdistanê û li gundekî Wêranşarê mezin bû.

Ji ber di hawîrdoreke gundewarî û xwezayî de mezin bû, ew bi nirxên xwe yên bingehîn re dilsoz ma û ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergala kapîtalîst û dewleta Tirk a mêtinger pir bandor nebû. Ji ber vê yekê, hesasiyeta wê ya civakî her gav xurt bû. Mîna gelek Kurdên ku li Kurdistanê dijîn, ew ji têkoşîna azadiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê ve dihat birêvebirin haydar bû. Her çend ew di aliyê rêxistinî de têkoşîna me nasnedikir an jî gerîla nedîtibû jî, her tim li hemberî tevgera azadiyê sempatiyek kûr hîs dikir. Ji ber vê taybetmendiyên xwe ji aliyê hewîrdor ve bi navê Bêrîtan dihat bangkirin. Di temenê xwe yê ciwan de, hevrê Lêgerîn rastî wêneya Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş - û fîlma "Bêrîtan" hat û ew ji xwe re mînak girt. Wê armanc kir ku bibe gerîla, qehremanek mîna wê. Hevrê Lêgerîn ku di ciwaniya xwe de bi vê xeyalê mezin bû, eleqeya xwe ya ji bo têkoşîna me hîn kûrtir kir. Destketiyên mezin ên ku gelê me bi pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava bi dest xist û li dijî vê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hişt ku hevrêya me bikeve nava lêgerînên xurt. Berxwedan gelê me ji 7 salî heta 70’ê salî û şehadeta hevrêyên me di her warî de bandorek kûr li ser hevrê Lêgerîn kir. Wekî jineke ciwan a Kurd, gihişt wê qenatê ku divê tevlî têkoşînê bibe û berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê xwe bicih bîne. Wê van fikrên xwe bi hevrêyên xwe yên nêzîk re parve kir û wan teşwîq kir ku xwe birêxistin bikin. Di destpêkê de, wekî gavek sembolîk wan biryar da ku li dibistanê bi Kurdî biaxivin. Lê belê vê helwestê bi tenê kêm dît û li ser vê bingehê hevrê Lêgerîn fikirî ku divê bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bibe. Piştî nîqaşên demdirêj, ew û komek ji pênc jinên din derbasî Rojava bûn û tevlî refên şoreşê bûn. Li vir, bi tevlîbûna berxwedanê wê gavek biryardar ber bi pêkanîna xeyalên xwe ve avêt.

Piştî ku derbasî Rojava bû, hevrê Lêgerîn pêşî perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk wergirt. Hevrêya me ji ber girîngiya perwerdeyê di nava şer de dizanî, lêhûrbûnên xwe li ser vê esasê kûr kir. Hevrê Lêgerîn a ku xwe di aliyê leşkerî de pêş xist, xwest ku biçe deverên herî dijwar ên şer û li kêleka hevrêyên xwe di çeperan de cih bigire. Hevrêya me xwest li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku dijminê jinan e şer bike û li ser vê esasê derbasî eniya Cezaa bû. Li vê qada şer a giran, wê bi wêrekiya xwe derket pêş û di têkbirina êrîşên çeteyan de roleke girîng lîst. Piştî êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengal, hevrêya me berê xwe da Şengalê. Li wir, wê bi çavên xwe şahidiya komkujî û qirkirina li ser gelê Êzidî, bi taybetî jinan, kir. Wekî şervaneke jin a ciwan, hevrê Lêgerîn sond xwar ku li hember vê zilmê bêdeng nemîne û ew bêtir biryardar bû ku bi awayekî çalaktir tevlî şer bibe. Ew tevlî gelek pêngavên leşkerî li Şengal û Rojava bû û bû xwedî kedeke mezin. Di heman demê de li perwerdehiyên akademîk ders da û tecrûbeyên xwe yên şer bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vî awayî, hevrêya me di perwerdekirina gelek şervanan û parastina gelê me de roleke girîng lîst. Wê jêhatîbûna xwe di taktîkên şer ên cûrbecûr de pêş xist û bû fermandarekî jêhatî. Lê belê, tevî vê yekê ew tevlîbûna xwe lewaz dît. Bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re û xwendinên berfireh ku kiriye wê têgihîştineke kûrtir a di aliyê raman û felsefeya Rêber Apo de bi dest xist. Hevrêya me ku dizane encax bi tevlîbûneke fedaî li ser xeta Rêbertî dikare layiqê gelê xwe bibe, li ser vê bingehê tevlî bû. Bi vê hişmendiyê, wê lêhûrbûnên xwe kûrtir kir û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî armanca xwe ya sereke diyar kir. Bi têgihîştina ku ev armanc tenê bi tevlîbûneke fedaî dikare were bidestxistin, hevrêya me Lêgerîn di sala 2017’an de derbasî çiyayên Kurdistanê bû û tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Hevrê Lêgerîn, ku di adaptebûna jiyana çiyayan de zehmetî nekişand, bi sekna xwe ya zelal a li xeta azadiya jin û kesayetiya xwe ya dirust û jidil bawerî da hevrêyên xwe û di gelek peywirên girîng de cih girt. Di van xebatan de, bi baldariya xwe, hesasiyet û sekna xwe ya tejî bawerî, ew bû gerîlayek YJA Star a mînak. Piştre, ji ber ezmûna xwe ya perwerdeyê, ew di asta fermandariyê de derbasî perwerdehiya şervanên nû bû. Li wir, wê berpirsiyariya perwerdehiya hevrêyên nû girt ser milên xwe. Hevrêya me Lêgerîn bi gerîlayên nû re di aliyê perwerdehiya leşkerî, îdeolojîk û jiyanî de yek bi yek mijûl bû wan li gorî şert û mercên çiyê amade kir. Hevrêya me bi rê û rêbazên dewlemend a ku pêş xistiye re hişt ku hevrêyên wê di demeke kurt de bibin milîtanên Apoyî yên jêhatî. Hevrêya me a ku di vê xebatê de encamên serketî bi dest xist, pêşniyarên wê hat qebûlkirin û li ser vê bingehê di Cejna Nevroza 2018’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Hevrê Lêgerîn ku tevlîbûna wê di jiyanê de li ser xeta fedaîbûnê bû, derfet dît ku xwe di fedaîbûnê de kûrtir bike. Bi perwerdehiya îdeolojîk a ku wergirt, xwe di nav felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de pêş xist û xwe di her alî de lêpirsîn kir. Taybetmendiyên xwe yên ne li gorî felsefeya Rêber Apo, bi rexne û rexnedayînê re derbas kir û têkoşîneke mezin meşand. Bi zanîna ku kûrbûna di fedaîbûnê de, bi xwe fedakirina li ser rêya heqîqetê pêkan e, ew ev wêrekî di xwe de dît û xwe fedayê rêya heqîqetê kir. Bi vî rengî xwe ji bandorên pergala kapîtalîst rizgar kir, kesayetiyek sade, dilnizim û azad bi dest xist. Bi felsefeya "Yek parî, yek xirqe" jiya û cîhana xwe ya giyanî xurt kir û sînorên di navbera xwe û Rêber Apo de rakir. Hevrêya me ku bi berdewamî li ser Rêbertiyê me difikirî û li gorî felsefeya wî ya jiyana azad dijiya, perwerdehiya xwe ya akademîk bi serketî bi dawî kir. Wek fedaiyek ku xwe ji bo hemû peywiran amade kir û tevlî gelek xebatên girîng bû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê zêde kir û hedefa wê tasfiyekirina gerîla bû, hevrêya me israr kir ku derbasî deverên ku şer lê giran dibû.

Piştî israra wê ya mezin, pêşniyara wê hate qebûlkirin û derbasî herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê bû. Li wir ligel fermandarê fedaî şehîd Asya Alî û gelek hevrêyên din perwerde dît, di tunelên şer de ked da û di şiverê de bi hev re meşiyan. Li vir, bi awayekî çalak beşdarî gelek eniyên şer bû û bi wêrekî, fedaî û biryardariya xwe di berfirehkirina berxwedanê de roleke girîng lîst. Tevî serdestiya teknolojîk a dewleta Tirk û êrîşên dijwar jî, hevrê Lêgerîn îradeya Apoyî xurt girt û bû sembola tevlîbûna bêdudil, fedaî û berxwedanê li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê. Hevrê Lêgerîn, ku di 20’ê Mijdara 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû, wekî yek ji nûnerên herî şênber ên ruhê fedaî yê Apoyî, cihê xwe di dilê gelê me û di dîroka azadiya me de girt.

27’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG  

 

 

 

 

 

© 2026 Şehîdên Me